Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Dê zem li ser zemê zêdetir bibe’

Aborînas Bahadir Ozgur diyar kir ku hedefa mezinbûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya ji sedî 5’an û zedebûna îstîhdama 1,5 milyonî ne li gorî rastiya Tirkiyeyê e û got ku dê di sala pêş me de zem li ser zemê zêdetir bibe

Serokê Butçeyê û Stratejiya Serokomariyê Nacî Agbal, di 17’ê cotmehê de têkildarî teklîfa Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2020’an pêşkêşiyek kir. Li gorî pêşkêşiya Agbal lêçûna butçeya 2020’an li gorî salek berê dê ji sedî 14′ zêde bibe û ji 960 milyar lîra derkeve 1 trilyon û 95 milyar lira. Hatina butçeyê jî dê ji 880 milyar lirayî derkeve 956,6 milyar lirayî. Li gorî van raqaman tê payîn ku valahiya butçeyê 138,9 milyar lira be û di teklîfa Qanûna Butçeya Navendî ya Sala di 2020’an de ji sedî 5 mezinahî pêş bikeve. Di îstihdamê de jî 1 milyon û 52 hezar zêdebûn pêş bikeve. Tê plankirin ku 176,1 milyar lirayê butçeyê ji bo perwerdehiyê, 188,6 milyar lirayê butçeyê ji bo tenduristiyê û 141,1 milyar lira jî ji bo ewlehî û parastinê bê veqetandin.

Têkildarî vê plana butçe û aboriyê aborînas Bahadir Ozgur diyar kir ku ev para ji sedî 5 mezinbûn li gorî kalemên ji butçeyê hatiye veqetandin ne pêkan e.

Deynê Tirkiyeyê dê bêtir zêde bibe

Ozgur anî ziman ku li gorî vê teklîfê deynê Tirkiyeyê ya hundir wê bêtir zêde bibe û wiha got: “Jixwe ji ber deynan Tirkiye pirsgirêkên pir mezin dijî. Pirsgirêkên aboriyê ya Tirkiyeyê dê sala li pêş me du qet mezintir bibe. Dewlet demek dirêj e razemeniya ji bo îstîhdamê nake. Dewletê berê bi Teşkîlatê îktîsadî ya Cemaweriyê razemenî/veberhênan dikir. Lê piştî kargeriyên cemaweriyê yên îstîhdamê hatin arizîkirin, êdî cihê rasterast veberhênan/razemeniyê bike tune ye. Bi para 85 milyar lira razemeniyê/veberhênanê ji sedî 5 mezinbûn pêş nakeve. Par ji berhemên alkolê bac hat girtin. Bi zêdekirina Baca Serfkirina Taybet (OTV) a sotemeniyê xwestin vê valahiya butçeyê dagirin. Barê sala par tev li pişta bacê bû. Ji sedî 60’ê wê baca ku bi awayekî cuda hat stendin tev li ser keda karker û kedkaran bû. Di serdema krîzê de baca ji şîrketan kêm kirin û baca berhemên serfxwiriya welatiyan zêde kirin.”

Her tişt qat bi qat zem bûye

Di axaftina xwe de Ozgur anî ziman ku li gorî vê planê dê di sala 2020’an de zem li ser zemê zêde bibe û wiha domand: “Dewlet sala li pêş li gorî îsal armanc dike ku Baca Serfkirina Taybet (OTV) zêde bike û ji sedî 20’an hatina OTV’yan zêde bike. Bi stendina OTV ya maşîneyen bi motor armanc dike hatinê ji sedî 47 zêde bike. Bi zemkirin û zêdekirina OTV’yan nîşan dide ku li pêş me barana zemê heye. Ji niha ve gaza xwezayî, heqê rê, pir û sotemeniyê zem kirin. Tirkiye ji sala 2018’an ve di nava krîza aborî ya mezin de ye. Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku enflasyon daketiye. Lê di rastiya jiyanê de dijberî wê ye. Buhayê li bazarê û yên TUÎK nîşan didin li dijî hev in. Her tişt qat bi qat zem bûye.”

Hilberîna pîşesaziyê ji sedî 6.3 kêm bûye

Her wiha Ozgur da zanîn ku niha deynê Tirkiyeyê ya derve 450 milyar dolarî derbas kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi tevahî deynê Tirkiyeyê 1,2 trilyon lira derbas kiriye. Hilberîna pîşesaziyê ji tebaxa 2019’an û şûnde ji sedî 6,3 kêm bûye. Ev daketina hilberîna pîşesaziyê her ku diçe wê kêm bibe. Ev dê bandorek neyînî li aborî û betaliyê bike. Dê rêjeya betaliyê û xizaniyê zêdetir bibe. Deynê Tirkiyeyê ya hundirî dê zêdetir bibe.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar