Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîla li dijî teknîkên şer xwe nû dike’

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku bandora pêngavên wan ên li Botanê wê wekî bandora 15’ê Tebaxê be û bang li ciwanên kurd kir ku berê xwe bidin çiyayan

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan qala Pêngava Fermandar Medya Mawa û Fermandar Rizgar Gever ku di sala 2019’an de wan li Botanê dabûn destpêkirin, kir.

Alkan derbarê pêngavê de diyar kir ku di sala 2019’an de gerîlayên Botanê ev pêngav dane destpêkirin û ev pêngav li hemû qadên Botanê didome û wiha got: “Li Şirnex, Sêrt û Mêrdînê didome. Heta niha bendewariyên rêxistin û gelê me dibe ku pêk nehatibe lê gelek çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin û gavên girîng hatin avêtin. Bi vê re me xwest derbeyê li mêtingeriya li ser Kurdistanê bixin. Ev pêngav dê berfirehtir bibe. Bi giyanê 15’ê Tebaxê dê wekî bandora fermandarê me Mahsûm Korkmaz, bandorekê bike. Çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin lê dijmin polîtîkaya şerê taybet dike.”

Dewlet şerê psîkolojîk dide meşandin

Di axaftina xwe de Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan anî ziman ku gerîla li her derê li dagirkeran dide û wiha domand: “Li qada Garisa ya Botanê li yekîneyên veşartî hate xistin. Li Osyana Berwariyê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Li Silopiyê di têketina bajêr de hevalan li benda kontrolê dan. Lê ji ber ku derfet kêm in di medya û çapameniyê de têra xwe cih negirt. Lê gerîla kengî bixwaze dikare lê bide. Bi sabotaj û kemînan jî çalakî tên lidarxistin. Li qadeke berfireh înîsîyatîf di destê gerîlla de ye. Lê dijmin şerekî taybet dimeşîne. Bi derewan û bi medyaya xwe şerekî psîkolojîk dike. Dijmin bi hemû teknîka xwe dixwaze lê bide. Sala borî xwest têkeve Kato Jîrka lê di wir de asê ma. Piştî ku derbe xwar, xwe vekişand. Divê gelê me bizanibe ku ev şer ji Yemen û Sûriyeyê xerabtir e. Her roj balefirên F 16 û F 35 li ser Kurdistanê digerin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Dijmin çekên herî giran bikar tîne. Li hemberî vî tiştî cîhanê çavê xwe girtiye. Dema mesele dibe gerîla exlaqê wan ji holê radibe. Dewleta tirk got em ketine Herekolê. Erê ketin Herekolê lê derbe xwarin û vekişiyan. Bi şer re ev dewlet nikare înîsîyatîfa gerîlayan bişikîne. Bi şehadetan gerîla xwe xurttir bike. Jixwe gerîla xwe fedayî vî gelî kiriye.”

‘Em ê xwe fedayî vî gelî bikin’

Alkan da zanîn ku amûrên şer guherîne, gerîla li hemberî balafirên kişfê, şopandina teknîkî û fotokapanan xwe nû dike û wiha pêde çû: “Yek ji sedema ku dewleta tirk evqasî êrîş dike, berxwedana di salên 2015-2016’an ên li bajaran bû. Di van berxwedanan de faşîzmê derbeyeke mezin xwar. Dewletê bi balafiran li Nisêbînê da, li Cizîrê kevir li ser kevir nema. Lê pêşengê berxwedana Cizîrê Mehmet Tûnç jî diyar kir ku dê dev ji berxwedana xwe bernedin. Ji ber vê jî sed caran be jî em ê xwe fedayî vî gelî bikin.”

Banga tevlibûnê li ciwanan kir

Her wiha Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku şehadet jî çêdibin lê gelek ciwan jî tev li nav refên gerîlayan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çeka gerîlayên şehîd li erdê namîne. Ev têkoşîn li her derê belav bûye. Dema ku şer giran dibe, em jî nêzî şoreşê dibin. Têkoşîn çiqasî geş bibe, serfirazî jî ewqasî nêz dibe. Divê ciwanên kurd jî li ser vî esasî berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar