Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku tifaq faşîst a AKP-MHP’ê ji hêza HDP’ê û gelê kurd ditirse, ji ber vê yekê avahiya HDP’ê ya Amedê bi salane bi wesayitên zirxî hatine dorpêçkirin
Midûriyeta Polîsan a Amedê ku ev nêzî 3 salan e avahiya HDP’ê ya Amedê bi maşîneyên zirxî dorpêç kiriye û bi dehan malbatên ku îdia dikin ku zarokên wan ji aliyê HDP’ê ve hatine revandin, li ber deriyê HDP’ê dane rûniştandin. Her wiha dayikên laçik spî ku xwestin li ber avahiya AKP’ê jî rûnin rastî tundiya polîsan hatin.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî dorpêça polîsan a li ser avahiya wan axivî û diyar kir ku desthilatdarî ji HDP’ê û kurdan ditirse.
‘Dixwazin gel ji HDP’ê dûr bixin’
Ceylan da zanîn ku li kurdan serdemekî faşiste ne tê ferzkirin û wiha got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya tê meşadin derhiqûqî û ji derveyî edaletê ye. Li hemberî kurdan û civaka Tirkiyeyê serdemekî faşîstane tê ferzkirin. Nêzîkatiya li dijî HDP’ê jî bi vê hişmendiya faşîst re heman e. Piştî ku qeyûm li Amed, Wan û Mêrdînê hate tayînkirin, li dijî qeyûman li seranserî Kurdistanê têkoşînek hevpar hate birêvebirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî vê berxwedanê têkçûn û ji bo vê têkoşîna kurdan bişikîne serî li rêbazên cuda dan. Ji bo ku AKP xwe li ser lingan bigire kete nava lîstikan û dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Binçavkirin û girtin çêbûn encam negirtin û niha jî serî li rêbazên dorpêçkirinê girtin û dixwaze gel ji HDP’ê bide dûrxistin.”
‘Siyaseta bêbextî û derewan’
Di axaftina xwe de Ceylan anî ziman ku ji şer zêdetir tiştekî ku AKP bide civakê nîne û wiha pêde çû: “Polîtîka şer AKP’ê ber bi hilweşandinê ve dibe. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku tayînkirina qeyûman ji rojevê derxînin malbatên zarokên wan windabûyî ber bi partiya wan ve dişînin. Kesên li ber avahiya me rûnişte ji wan gelekan tu zarokên wan nînin û hemû bi darê zorê tên li wir rûdinên. Gelek caran me xwestem bi malbatan re bikevin nava têkiliyê, lê mixabin polîs ketin navberê û destûr nedan ku em bi malbatan re werin ba hev. AKP niha siyaseteke ku dixwazin partiya me krîmînalîze bikin û ketine nava siyaseta bêbextî û derewan. Ev siyaset rûxiyaye.”
‘AKP ji aliyê gel ve hatiye teşhîrkirin’
Her wiha Ceylan destnîşan kir ku ji ber hemû polîtîkayên AKP’ê yên li dijî HDP’ê hatine rûxandin, partiya wan bi wesayîtên zirxî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Avahiya me ya Amedê veguheriye midûryeta polîsan. Ewqas wesayîtên zirxî yên li ber avahiya me hene, li midûryeta polîsan tuneye. Deshilatdarî ji rêxistina HDP’ê û gelê kurd ditirse. Berî demekê dayikên laçik spî ku xwestin li ber avahiya AKP’ê rûnên, rastî tundî û binçavkirina polîsan hatin. Dayikên bi temen li erdê re hatin kaşkirin. Dîsan welatiyê ji kar hate avêtin û xwest li ber deriyê AKP’ê rûnê ji aliyê walitiya tirk ve hate qedexekirin. Hinceta waliyê jî kar û barên siyasî yên partiyên tên astengkirin. Belê madem xebatên partiyan tên astenkirin du meh in xebatên me têne astengkirin. Dema mijar HDP be hiqûq raketiye, lê dema AKP be hemû alî dikevin dewrê û ji bo vê siyaseta ji hevderketî dikevin nava xebatê. Ev derhiqûqî û derqanûnî ye. Em ê herdem vê siyaseta AKP’ê teşîr bikin û ji xwe ev siyaset ji aliyê gelê me ve jî hatiye teşîrkirin. AKP bi darê zorê dixwaze hinek tiştan bike lê di her alî de pêvojû berçavane û her kes vê rastiyê dibîne. AKP di xeta xwe ya têkçûyî de israr e û di vê sermayê de malbatan bi darê zorê tînin li ber derê avahiya me.” AMED