Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Di şerê rojekê de 56 leşker û çeteyên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava didomin. HSD’ê diyar kir ku di pevçûnên duh de 56 çete û leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 13 şervan jî şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û yên artêşa tirk û çeteyên wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi teknîkên xwe yên şer êrîşên xwe didomîne. HSD’ê da zanîn ku hêzên dagirker piştî ku hêzên wan xwe ji herêmên lihevkirî vekişiyan, êrîşên xwe zêdetir kirine û agirbest binpê kirine. HSD’ê daxuyand ku hêzên wan jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiva hêzên dagirker didin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

ENIAY DINAVBERA SERÊKANIYE Û DIRBÊSIYÊ

* Li gundê Derdara, Morîkis û Bab El Xêr, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin. Di bersivê de 3 tang, 3 panzêr, 6 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û 40 çete û leşker hatin kuştin.

* Di şerê li van gundan de 11 şervanên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

ENIYA DI NAVBERA TIL TEMIR Û SERÊKANIYÊ

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bîr Nûh, Til Diyab û EsedIê bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin. Di encama bersivdayînê da 2 wesayîtên doçkabarkirî hatin rûxandin û 16 çetê û leşker hatin kuştin.

ENIYA KOBANÊ Û EYN ÎSA

* Çeteyên artêşa tirk a dagirker li gundên Qizalî û nêzî rêka diwelî êrîş kirin. Di şer de ku ji ber êrîşê qewimî hejmareke zêde dagirker mirin û birîndar bûn. Her wiha 2 hevalên me û 3 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.

* Bi giştî êrîşên dagirkeran hatin sekinandin û 3 tang, 5 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî  û 6 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. Her wiha di şer de 56 leşker û çete hatin kuştin. Di şer de leşkerekê rêjîmê jî jiyana xwe ji dest da û 13 jî birîndar bûn.

* Di şer de 13 hevrêyên me jî şehîd û 2 jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar