Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li gundên Serêkaniyê, Til Temir û Girê Spî şer

Li gundên Zirgan a Serêkaniyê û Girê Spî di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker ên tirk de şer derket. Di şer de herî kêm 6 çete hatin kuştin. Hat zanîn ku çete niha gundê Erîşa yê Til Temirê ku sivîl tê de ne topbaran dikin û metirsiya komkujiyê heye

Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker li gelek herêman êrîşî şervanên HSD’ê kir.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Bab Ferec û Um Işbê yên navçeya Zirgan a Serêkaniyê kirin. Şervanan jî bersivên tund dan çeteyan û niha li herêmê şerekê dijwar diqewime. Çavkaniyan destnîşan kir ku di şerê li gundê Um Işbê de şervanan derbên giran li dagirkeran dan û gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Şerê li vê herêmê didome.

Metirsiya komkujiyê

Di heman demê de hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê gundê Erîşa yê girêdayî Til Temirê topbaran dikin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di gund de sivîl asê mane û metirsiya komkujiyê heye.

6 çete hatin kuştin

Komên dagirker şevê din saet derdora 01.00’an de jî êrîşî gundê Xefetsalim ê girêdayî Girê Spî kir. Hat zanîn ku li ser bersivdayîna şervanan, 6 çete hatin kuştin û yên din jî reviyan. Cenazeyê çeteyekî di qada şer de ma û li ser wî kaleşnîkofek û 3 telefon hatin rakirin. Çavkaniyan ragihand ku çete dema ku paşve direviyan, mayînek bi erebeya wan ve teqiya. Di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn lê hejmara wan nehat zelalkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar