Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çend dîmenên ku mirov ji xwe fedî dike

Strana Şervano tê gotin û bi hezaran kes tev li merasîma şehîd Şivan bûye. Di nav wan hezaran kesî de birayê şehîd Şivan destê xwe bilind kiriye û li ber strana Şervano direqise. Paşî dayika Şivan di nav qelebalixe de bi reqs bi govend diyar dibe. Dayik û kurê xwe her du bi hevre govend digirin û direqisin. Dayik û bira şehîdên xwe bi vî rengî oxir dikin. Mirov dema ev dîmen temaşe dikir direçifî û dilerizî. Ew govend digirt lê mirov digiriyan. Ew reqsê dikir lê derdor direcirifiyan. Li hember dil û ruhek wiha mirov rêz digirt. Ji rêz bûnê mirov şerm dikir û fedî dikir. Li ber sekna Şivan û dayika wî mirov xwe kêm didît û şerm û fedî dikir. Dîsa ev dîmen dijminan diteqand. Kîn û hêrsa mirovan li hember dijminê bav û kalan mezin dikir. Ev dîmen mirinê dikuşt û mirovan dida şermê. Ji mirinê re meydan dixwest û dijminan diteqand.

Dîmenek din dîmena Çîçek Kobanî bû. Dîmenên wê yek bi cil û bergên YPG’ê bû, şervanên gel û têkoşerên jin û jiyana azad bû yek jî dema di nav koma hovan de bûn. Di nav koma guran de wek xezalek sekinî bû. Koma hovan wêne dikişandin, wek çeqelan dizuriyan û wek qabikan dikeniyan. Paşê jî digirtin û dibirin. Çîçek wek jinek kurd û şervana jiyana bi rûmet bû. Ew kom jî li dijî nirxê mirovahiyê bûn. Hovên sedsala 21’an bûn. Li ser navê xwedê dikujin, qir dikin, dizî dikin û talan dikin. Van hovîtiyan jî bi destêk û alîgiriya Tayyîp Erdogan dikin.

Çîçek Kobanî gelê kurd e û ew hov ji rastiya dewleta tirk û Tayyîp Erdogan e. Nêzikatiya dewleta tirk û Tayyîp Erdogan wek wan hovan e. Ev rastî hatibû jibîrkirin. Lê ev wêne vê rastiyê xiste nava çavê hemû kurdan û êdî Tayyîp Erdogan ji bo kurdan Seddamê duyemîn e. Çawa ku Seddam Huseyîn kîn û nefreta hemû kurdan kişandibû ser xwe, Tayyîp Erdogan jî niha di nav kurdan de wek kujerên gelê kurd tê nasîn. Gelê kurd li ser van xakan gelek Dehaq, Seddaman û hovan naskirine. Çawa ku kîn û nefreta gelê kurd wan têk bir dê van hovîtiyan jî tu car ji bîr neke. Hûn ji mirinê ditirsin lê di şexsê dayika Şivan de gelê kurd kurd mirinê kuşt. Mirin û tirs dê çawa bifilitin ji destê mirinkujan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar