Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di bin navê ‘çay û sohbetê’ de sîxurtî li siyasetmedaran ferz dikin

Kesên ku xwe weke polîsan didin nasandin, hevserokên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek siyasetmedaran di bin navê ‘çay û sohbetê’ de vexwendin Miduriyeta Polisan a Şirnexê û sîxurtî li wan ferz dikin

Kesên ku xwe weke polîsan didin nasîn, di rojên dawîn de li navend û navçeyên Şirnexê hevserokên HDP û DBP’ê jî di nav de gelek siyasetmedaran di bin navê ‘çay û sohbetê’ de vedixwînin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Hat hînbûn ku van kesan li serokê berê yê Rêxistina Bajar ê DBP’ê Yakûp Barkin û seroka navçeya Basayê ya HDP’ê Leyla Topal jî di nav de zêdetirî 20 endam û rêveberên HDP û DBP’ê geriyane. Di encama lêgerînên ku li ser nimreya dawiya wê 66 48’an diqede pêk hatine de kesên ku çûne Miduriyeta Polîsan a Şirnexê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin.

Serokê DBP’ê yê Şirnexê yê berê Yakûp Barkin têkildarî serpêhatiya wan axivî û diyar kir ku beriya 10 kesên navborî lê geriyane û wiha got: “Ji me re gotin ‘werin li emniyetê çaya me vexwin’. Min jî ji wan re got ku armanca we ne vexwarina çayê ye niyeta xwe bibêjin. Li ser vê pirsa min gotin ku ne tenê li min digerin li herkesî digerin. Ji bilî min bi heman rêbazî li çend rêveberên partiyê jî geriyane.”

Rêveberekî partiyê ku li navenda bajar lê geriyabûn jî diyar kir ku kesên lê geriyane xwestine li ser zarokên wî yên xwendekar şantajê lê bikin û ev tişt anî ziman: “Ji min re gotin ku tu tim diçî HDP’ê, em ê perwerdeya zarokên te asteng bikin, kî tên partiyê? Tu careke din biçî partiyê em ê serê te û zarokên te bişewitînin.”

Her wiha seroka HDP’ê ya Basayê Leyla Topal jî da zanîn ku heman kesî lê jî geriyane û sîxurtiyê lê ferz kirine. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar