Girtiyên nexweş Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a ji sedî 86 astengdar û Ozgur Bektaşoglû yê ji sedî 52 astengdar bû hatin berdan
Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a 62 salî ya bi hinceta li Çiyayê Bagok a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê beşdarî çalakiya ‘Mertalên zindî’ bû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî paketa darazê qebûl bû, hat berdan. Başdaş a ev demek dirêj bû li benda emeliyatê bû, li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sing Sûat Seren dest bi tedawiyê kir.
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsa jî girtiyê nexweşina felca zarok Ozgur Beştaşoglû yê 43 salî û ji sedî 52 astengdar bû jî, hat berdan. ÎZMÎR