Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Cizîrê gel li dijî qeyûmê daket qadan

Dewleta tirk îro waliyê Cizîrê wek qeyûm tayînê Şaredariya Cizîrê kir. Gelê Cizîrê jî ji bo şermezarkirina qeyûman daketin qadan. Lê polîsan tehemûlê gel nekir û êrîş kir

Rejîma AKP-MHP’ê vê danê sibê dest danîn ser peywira hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig û qeymeqam Davut Sînanoglu wek qeyûm tayînê cihê wî kir. Li dijî vê dagirkeriyê gelê Cizîrê daket qadan. Berê sibehê çawa ku qeyûm anîn ser şaredariyê, dora avahiya şaredariyê û rêxistina navçeyê ya HDP’ê bi wesayitên zirxî hate dorpêçkirin û li gelek kuçeyên navçeyê wesayitên zirxî hatin bicihkirin.

Li gel vê terora polîsên tirk jî wekîla HDP’ê ya Şirnexê Nuran Imîr û Hasan Ozguneş, hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig û gelek şêniyên bajêr li ber avahiya partiyê kom bûn û xwestin ku daxuyaniyekê bidin. Lê polîsên tirk bi hinceta biryara qedexeya walitiyê Şirnexê xwest daxuyaniyê asteng bike. Dema ku şêniyên bajêr xwestin bimeşin polîsan bi mertalan dora girseyê pêçan û êrîş birin ser gel.

Çend kes hatin binçavkirin

Mesût Uçkaç û Serhat Kuçuk ku endamên meclisa şaredariyê ne û 2 kesên din bi darê zorê hatin binçavkirin, polîsan bi copan êrîş bir ser gel. Wekîla HDP’ê Nûran Îmîr derb li serê wê ket, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşa domdirêj a polîsên tirk gel kete avahiya partiyê û polîsan bi mertalên xwe ber deriyê partiyê girtin.

Berxwedan hêj didome

Gel bi dirûşma ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ li dijî terora polîsan rawestiya. Gel jî bi xortûman av avêt ser polîsan. Polîsên tirk jî bombeya gazê avê nava avahiya HDP’ê. Gel bombeya gazê ya ku ketî hundir avêt ser polîsan, li ser vê polîsên li ber derî vekişiyan.

Polîsên tirk ji bo ku berxwedana gel neyê dîtin nûçegihan jî asteng kirin.

Li avahiya HDP’ê hê jî berxwedan didome. ŞIRNEX 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar