Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li nêzî sînor de 5 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û yek ji wan hate înfazkirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di encama êrîşa bi topbarana artêşa tirk û çeteyên wê ya li gund El Esadiye ya nêzî sînor de 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Her wiha leşkerek jî ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve jî hatiye înfazkirin.
Hate ragihandin li nêzî Til Temirê jî komên çete 14 leşkerên Sûriyeyê jî dîl girtine. Tu agahiyek ji leşkeran nehatiye girtin. ANF