Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Xelkê Soranê ji hikûmeta Başûr xwest ku malên tirkan qedexe bikin

Welatiyên herêma Soran a Hewlêrê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê dan. Welatiyan got ku boykotkirina malên tirkan helwesteke neteweyî ye û ji hikûmeta herêmê xwestin ku malên tirkan qedexe bikin

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji rêbazên çalakiyên şermezarkirinê yên gelê Başûr jî boykotkirina malê tirkan e. Boykotkirina malên tirkan her ku diçe li herêmeke berfirehtir a başûrê Kurdistanê berbelav dibe. Yek ji van herêman jî herêma Soran e. Kampanyaya ji bo boykotkirina malên tirkan li herêmê hatiye destpêkirin li nava bazarê berfirehtir dibe. Têkildarî mijarê aktîvîstên Soranê ji Rojnews’ê re axivîn.

Ji aktîvîstan Lawa Ferxo anî ziman ku boykotkirina malên tirkan helwesteke neteweyî ye û wiha domand: “Ger ciwanên Başûr nekarin biçin Rojava û li dijî dagirkerên tirk bikin, wê demê dikarin li Başûr ziyanê bidin aboriya dewleta tirk. Rêya vê jî boykot e. Me dest bi boykotkirina malê tirkan kiriye û dê tu malên wan êdî bi kar neyînin. Min hemû cil û bergên xwe yên ku malên tirkan in, avêtin.”

Xwest ku alternatîfa malên tirkan bên afirandin

Aktîvîst Muşîr Ferxo jî da zanîn ku gelê Soran dest bi boykotkirina malên tirkan kirine û wiha domand: “Daxwaza me ji hikûmeta herêmê ew e ku li şûna malên tirkan alternatîfên nû bibînin. Em dixwazin ku parlamento projeyekê amade bike ku şûna malê tirkî bigre.”

Bang li hikûmetê kir

Têkildarî mijarê mamosta û çalakvanê civaka sivîl Şehraz Hesen jî wiha got: “Ez ji hikûmeta me dixwazim ku hawirdekirina malê tirkan a ji bo herêma Kurdistanê qedexe bike. Ez dixwazim al û konsolosxaneya dewleta tirk jî bê qedexekirin. Boykotkirina malên tirkan helwestekî neteweyî ye.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar