Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Erîşa yê Til Temirê û gundên Zirgan ên Serêkaniyê kir. Di encama êrîşê de li gundên Zirganê 2 endamên rejîmê birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker îro jî mîna her rojên berê agirbest binpê kir û êrîşî gundê Erîşayê û gundên Zirgan a Serêkaniyê kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê komên dagirker êrîşî gundê Erîşa yê Til Temirê kir û niha jî li herêmê şerekê giran heye.
Di heman demê de komên çete yên El Nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundên bajaroka Zirganê kir. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di encama topbarana hêzên dagirker de heta niha 2 encamên hêzên rejîmê birîndar bûn.
Navên kesên birîndar bûn Enwer Salih Xelef û Mûstefa Zekeriya Şêx Elî ye. Her du birîndar niha li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê tên dermankirin. SERÊKANIYÊ