Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîla li Xakurkê lê da: 15 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Xakurkê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker çalakiyên bibandor pêk anîn û di encamê de herî kêm 15 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa dewleta tirk a dagirker hin çalakî kirin. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 29’ê cotmehê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîne.

Di berdewamê de jî HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di vê çarçoveyê de komeke leşkeran ku li derdora Girê Şehîd Axîn kemîn di danîn şopandin û ev agahî dan: “Piştî ku leşkerên dijmin bi temamî ketin bin kontrola hêzên me, hêzên me saet di 10:30’an de çalakî pêk anî. Ji sê baskan ve li yekîneya dijmin hate reşandin û di encama çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li heman herêmê yekîneyeke din a dijmin hewl da dest li herêma çalakiyê werdin û hêzên me li dijî vê yekîneyê hin çalakiyên sabotajê kir. Di yekîneya dijmin de ya ku bû hedef gelek leşker hatin kuştin lê hejmar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker ku derbên giran xwar careke din hewl da dest li qada çalakiyê werde û hêzên me ji du baskan ve li yekîneyeke dijmin xistin. Di vê çalakiyê de jî 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi topên hawan û obusan bombe li herêmê barand. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.”

Çalakiyên bi bandor

HPG’ê daxuyand ku hêzên wan saet di 11:00’an de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hêzên me saet di 13:10’an de li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Sarya çalakiyek kirin. Çeper û stargehên leşkerî yên li nêzî gir bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştgiriya helîkopterên êrîşê êvarê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky ji herêma çalakiyê derxist. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê di 29’ê cotmehê saet di 15:20 de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encama çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar