PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

PJAK: Di 2’yê Mijdarê de em ji bo Rojava dakevin qadan

PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû Kurdan û gelên Îranê kir ku di 2’ê Mijdarê de ji bo piştgiriya berxwedana li Rojava dakevin qadan

Meclîsa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji bo 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PJAK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Çawa em hemû ji bo Kobanê seferber bûn û piştre cîhan piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê nîşan da û ew roj bû roja cîhanî ya Kobanê, divê bi heman ruhî em careke din ji bo Rojavayê Kurdistanê bidin nîşandan. Bi vê boneyê 2’yê Mijdarê weke roja cîhanê ya piştevaniya ji bo Rojava hatiye destnîşankirin, em bang li hemû gelê Kurd û gelên Îranê dikin da ku xwedî li berxwedana Rojavayê Kurdistanê derbikevin. Bi ruhê jiyana hevbeş wê jiyana gelên azadîxwaz were mîsogerkirin. Pêwîst e di vê qonaxê de li ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û Erdogan, di asta navnetewî dijî Erdoganê ku piştevanê serekî yê çeteyên DAIŞ’ê ye, li ser cînayetên şer û sûcê şer doz were vekirin.

Di vê mijarê de berpirsyartiyek dîrokî dikeve ser hemû kesên azadîxwaz. Bi taybet li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, divê ji bo ku dadgeh bikare Erdogan weke sûcdarê şer bibîne, li ber dadgehên navetewî hewldan werin kirin. Ev yek di heman demê de erkek exlaqî û mirovî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar