Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Pazar - 17 Kasım 2024

‘Me Rojava bi hev re azad kir, em bi hev re diparêzin’

Eniya Şoreşger ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyanî weşand û got, “Me bi hev re Rojava rizgar kir, em bi hev re diparêzin. Li her deverê di Roja Rojava ya Dinyayê de em dakevin qadan.”

Di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de tê payin ku bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan. Eniya Şoreşger der barê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên mêtinger ên navneteweyî dixwazin ku bi destê Tirkiyeyê ku veguheriye dewleteke çete, hêviyên li Rojava tine bikin û hate goti, “Şervanên ronahiyê yên li dijî rûyên tarîtiyê,  gotibûn ‘Çawa ku Stalîngrad neket wê Kobanê jî nekeve’.

Kobanê neket û bi fedakariyeke bêhempa şervanên azadiyê yên Kurd, şoreşgerên Tirkiyeyî û şoreşgerên enternasyonalîst ên ji çar aliyên dinyayê berê xwe dan Kobanê, tarîtî têk birin û li Kobanê, li Rojava ronahî li dinyayê belav kirin. Hêzên mêtinger ên navneteweyî niha bi destê dewleta Tirk ku veguheriye dewleteke faşîst a çete dixwazin vê hêviyê têk bibin. Dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin. Di serî de gelê Kurd dixwazin gelên li vê cografyayê qir bikin.”

‘Berxwedana rojava berxwedana me hemûyane’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi milyonan mirov bi rojane li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li qadane û hate gotin, “Bi milyonan mirov bi dirûşma ‘Kobanê neket wê Rojava jî nekeve, ji bo Rojava rabe ser piyan’ dinyayê dihejînin. Ji êrîşa emperyalîzmê ya li dijî Vîetnamê heta niha cara yekeme ku gelên dinyayê bi vî rengî bi xurt dibin xelek û xwedî li cografyayekê derdikevin dibin yek dil. Divê em vê yekê mezintir bikin. Ya ku dixwazin li Rojava tine bikin mirovahiya me ye, paşeroja me ye.

Li dijî çeteyên dagirker ên mêtinger, pîvana me ya sereke ya mirovbûnê ew e ku li her deverê ji bo Rojava rabin ser piyan. Di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de em dakevin qadan. Bi şiyara ‘Ji bo Rojava rabe ser piyan’ dinya hemû li dijî çeteyên dagirker ên faşîst ku hewl dide tola DAÎŞ’ê hilîne dibe yek dil. Di 2’ê Mijdarê de li her qadê em dengê xwe bilind bikin. Berxwedana Rojava berxwedana me ye. Em bêjin, ‘Rojava bi tenê nîne, her dever berxwedane, her dever Rojava ye’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar