Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KON-MED’ê li dijî dagirkeriyê bang li Kurdistaniyan kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê ji bo meşên Şemiyê banga tevlîbûnê kir.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava didomin. Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe amadekariyan dikin ku di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de dakevin qadan û çalakiyan bikin. Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) der barê çalakiyên Şemiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji êrîşên li dijî Rojava tinekirina Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê ye û hate gotin, dem hatiye ku ew ji vê bêhurmetî, bêexlaqî û dijminatiyê re bêjin ‘Êdî bes’.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo bersiva herî xurt li dijî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên Erdogan bê dayin di 2’ê Mijdara 2019’an Roja Rojava ya Dinyayê de divê em bi ruhê yekîtiya neteweyî tevlî meşên navendî bibin. Lewma em bang li gelê xwe, gelan, civakên ji baweriyên cuda, şoreşger, demokrat, hêzên azadîxwaz hemûyan dikin ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin.”

Di daxuyaniyê de der barê meş û mîtîngên li pênc navendên Elmanyayê Şemiyê pêk werin ev agahî bi raya giştî re hate parvekirin:

BERLÎN
Meş, (Ji bajarên eyaletên Berlin, Sachsen, Hamburg, Bremen, Niedersachsen wê tevlîbûn pêk were)
Cih: Alexander platz
Saet: 13:00

KOLN
Meş, (Bajarên eyaleta NRW wê tevlî bibin)
Cih: Hbf
Saet: 13:00

STÛTTGART
Meş, (Bajarên eyaletên BWB û Bayern wê tevlî bibin)
Cih: Lautenschlagerstraße
Saet: 14:30

FRANKFÛRT
Meş, (Bajarên eyaleta Hessen û beşek ji eyaleta Thurîngen wê tevlî bibin)
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 15:00

DARMSTADT
Meş, (Bajarên eyaletên Saarland, Rheinland-Pfalz û beşek ji bajarên eyaleta BWB  wê tevlî bibin)
Cih: Luisen Platz
Saet: 14:00

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar