Platforma medya civakî Twîtter ragihand ku dê li gorî polîtîkaya xwe ya nû êdî reklamên siyasî nedin
Rêveberê paye bilind ê platforma medya civakî Twîtterê Jack Dorsey bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê li gorî polîtîkaya xwe ya nû êdî wê şîrketa Twîtterê reklamên naveroka wan siyasî negire. Dorsey destnîşan kir ku biryara girtine dê meha mijdarê de bikeve meriyetê.
Facebook jî di nav de gelek platformên medya civakî ji ber ku di demên dawîn de reklamên şaş ên siyasî didan dihatin rexnekirin.