Li Kamerûnê pêr bi şev heyelanê rû da û herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Bafoûssamê ya li bakur rojhilatê paytexta Kamerûn Yaoûndeyê ji ber baranê heyelanê rû da. Li gorî daxuyaniyên rayedarên xwecihî bi dehan xanî di bin xeriyê de man. Heta niha cesedê 43 kesan ji binê xeriyê hatine derxistin.
Rayedaran ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 26 jê zarok in û 14 jî jin in.
Fikar hene ku hîn jî cesedê gelek kesan di binê xirbe û heriyê de bin. YAOÛNDE