Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Zirgan û Til Temirê gelek çete hatin kuştin

Şervanên HSD’ê li gundên Zirgan û Til Temirê derbên giran li komên çete yên dewleta tirk û çeteyên wê dan. Di encamê de 7 wesayîtên çeteyan û dozerek hatin teqandin. Her wiha gelek çete jî hatin kuştin û birîndarkirin

Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker li dijî gundên Til Temir û Zirganê êrîşên dijwar pêk anîn.

Hat zanîn şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh li gundên Til Werd û Ingel Hawa yên girêdayî Zirganê êrîşa hêzên dagirker têk birin. Hat diyarkirin ku di encama şer û pevçûnan de 3 wesayîtên doçkabarkirî û 3 erebeyên veguhestina leşker û çeteyan hatin teqandin û çeteyên tê de jî hatin kuştin. Şervanan li gund dozereke dagirkeran jî teqand. Hat zanîn ku di pevçûnan de gelek dagirker hatine kuştin lê hejmara wan nehate zelalkirin.

Di heman demê de hêzên dagirker şevê din êrîşî gundê Til Mihemed ê Zirganê jî kir. Li ser vê yekê şervanên HSD’ê bersivên tund dan û çete neçar man ku birevin. Di encama bersivdayîna şervanan de wesayîteke doçkabarkirî hate teqandin, 2 wesayîtên toyota û wesayîteke BMB’ê jî derb xwar. Di şerê li vê herêmê de herî kêm 15 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Komên çete yên DAIŞ û El Nusrayê şevê din êrîşî gundê Erbegin ê Til Temirê jî kirin. Li ser bersivên tund ên şervanan, hejmareke çeteyan hate kuştin û birîndarkirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar