Li taxa Salihiye ya Hesekê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 welatî birîndar bûn. Rewşa welatiyan baş e
Saet di 11.30’an de li nêzî Mesakin Şûrta ya li taxa El Salihiye ya Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate teqandin. Hat zanîn ku di êrîşê de êrîşkaran sivîl hedef girtin. Li gorî agahiyan, di encama teqînê de 4 welatiyên sivîl ên ku ji ber êrîşan koçberê Hesekê bûbûn, birîndar bûn.
Navên welatiyên sivîl ên birîndar bûn wiha ne: “Şerîf Xelîl (38) û Mistefa Cemîl (60) ên ji Dirbêsiyê û Ebdullah Ferec (30) û Ismaîl Sayîl (50) ên ji Serêkaniyê.”
Her wiha di teqînê de leşkerek jî birîndar bû. Li gorî bijîşkên li nexweşxaneya gel, birîna birîndaran sivik e lê di teqînê de çavê şêniyekî kor bûye. Di heman demê hat zanîn ku ji ber teqînê zirarên madî pêk hatine. HESEKÊ