Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê bi hezaran kes li Qamişlo û Tebqayê meşiyan. Her wiha gaziyên Rojava jî têkildarî mijarê daxuyaniyek dan û gotin ku divê li hemberî êrîşan bêdeng nemîne

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê li gelek deverên rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de şêniyên navçeya Til Hemîs û Serêkaniyê li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) konê çalakiyê vedan. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re jî bi sedan xwendekarên Qamişlo çalakvan ziyaret kirin. Her wiha bi heman boneyê li Tebqayê jî xwendekar û mamoste meşiyan. Yekitiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de îro bi sedan xwendekarên bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya bi şervanên HSD’ê û Berxwedana Rûmetê re li pêşiya konê çalakiyê yê li pêşiya navenda NY’ê meşek li dar xist. Di meşê de xwendekaran pankart û wêne vekirin. Meş ji Çarxerêya taxa Siyahî ya Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de ciwanan bi dirûşman berxwedana şervanan silav kir û êrîş şermezar kirin.

Meş li pêşiya avahiya NY’ê veguherî mîtîngê. Li cihê mîtîngê koçberên Serêkaniyê, Til Hemîs û rûspiyên eşîrên ereb jî tev li bûn. Piştre jî girse bi hev re berê xwe dan konê çalakiyê. Çalakiya kon ev 4 roj in li Parka Arî ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê didome.

TEBQA

Her wiha bi înîsiyatîfa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê,  xwendekar û mamosteyên Tebqayê meşek li dar xist. Bi sedan mamoste û xwendekarên herêma Tebqayê di meşê de amade bûn. Meş li ber Mala Jinê ya Taxa Duyemîn a Tebqayê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên ‘Em wekî zarokan ji bo perwerdê hatine dinê, ne ji bibin ezmûnkirina çekan hatine dinê’ , ‘Na ji şerê li dijî zarokan re’, ‘Na ji qetilkirina zarokan re’ û wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef hatibûn vekirin. Çalakvanan dirûşmên ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ û ‘Na ji Erdoganê faşît re’ berz kirin.

Meş li ber dibistana Cemal Abdulnasir veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de zarok axivîn û xemgîniyên xwe anîn ziman. Di dawiya mîtîngê de zarokan bang li cîhan, her kesên banga parastina mafên zarokan dikin û rêxistinên cîhanî kirin ku li dijî qetilkirina zarokan derbikevin û parastina zarokan ji çekan bikin.

Daxuyaniya Gaziyan

Yekitiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî der barê mijarê de li ber Nexweşxaneya Wetanî ya Hesekê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew îro bi şerê ku bi destê celadê sedsala 21’an tê birêvebirin re rû bi rû ne û ev tişt hatin parvekirin: “Ev 8 sal in gelê me bi êrîşên çeteyên faşîst ên ku tu exlaq, wijdan û tu mafekî wan ê ku li ser vê axê bimîne nîne re, rû bi rû ne. Tu hiqûq û qanûnên cîhanê van êrîşan napejirînin lê mixabin hemû cîhanê çavê xwe ji van sûcên li dijî mirovahiyê re girtine.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku HSD’ê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd û bi dehhezaran jî birîndar dane û wiha bi dawî kir: “Em îro jî li dijî heman dagirkerû faşîzma Erdogan û çeteyên wî têdikoşîn. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî çekên qedexekirî yên ku li ser gelê me bi taybet gelê  Serêkaniyê hatiye bikaranîn çavên xwe negirin. Em weke gaziyên qedîm û wekî birîndarên ku di şerên dawiyê de yên li hemberî faşîzma DAIŞ û Erdogan birîndar bûne careke din dibêjin; her çiqasî tang, top, teyare û teknîka wan xurt be jî, em ê careke din bi îrade û bawerî li hemberî hemû teknîka wan li kêleka gelê xwe, HSD û Reveberiya Xweser cih bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar