Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ger vê carê derfet winda bibin!

1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê ye. Roja ku hêza Kurdan a berxwedanê li hemberî hêza herî hov a cihanê bi ser ket. Di sedsala 21‘an de ev pêngav mezintirîn destkefta kurdan a siyasî bû. Ji ber ku him raya giştî a cihanê baştir kurd naskirin û him jî hevgirtinek cuda ji yên berê ne di gotinê de belkî di qada kiryarê de jî çêbû.

Deriyê derfetên mezin li ber hêzên sîyasî li Kurdistanê vebibûn. Şervanên keç û xort li Kobanê bi fîdakarî, xwîn, ked û canê xwe careke din bi bîra hemû cihanê anîn ku ew çeperê yekê yê parastina rûmeta mirovahiyê û garantorên aştî û demkorasiyê li hemû cihanê ne. Kobanê bû xala yekê a vegûherandinên mezin di qada siyasetê de jî. Êdî sîstemek demokratîk li Rojavayê Kurdistanê dest bi jiyanê kiribû ku ne bi dilê dîktatorên sedsalê bû. Vê yekê jî êdî pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn dabû destpêkirin. Tevî pîrozkirina vê roja dîrokî ez dixwazim behsa wan derfetan bikim ku heta li pey serkeftina berxwedana Kobanê ku hê jî siyasetmedar û rêxitinên siyasî li çar perçên Kurdistanê sûdekî bikêr û bêr jê nestandine.

Ji berxwdana Kobanê heya Serê Kaniyê

Şerê dewleta dagîrker a tirk li dijî Rojava gelek malwêranî û koçberî bixwe re anîne, lê tucarî di çavê raya giştî a cihanê de qîmeta Kurdan a sembolîk hewqas zêde nebûye. Çavê cihanê li ser Rojava û parên din yên Kurdistanê ye. „ Pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriyê“ rojeva aktuell a mediya cihanê ye. Televizyonên ku xwedî girseyeke mezin a temeşevana ne berdewam li ser dîroka Kurdistan û têkeliyên bi welatên Îran, Iraq, Tirkiyê û Sûriyeyê re dokumentên bi naverok û dirêj amade dikin û didin weşandin. „Şerê Kurdan yê dused salan ji bo azadî û serxwebûnê“ di gelek goratên nivîskar, lêkolînvan, akademîsyen û dîrokzanên navdar de mijara yekê bûye. Belgefilma herî dawiyê li jêr navê: Atatürk und Erdogan: Vater der Türken | Doku | ARTE“ bû ku bi zimanê Almanî têde pir carana behsa doza Kurdan û tevkujiyên ku di serdema Mistefa Kemal û Erdogan de li dijî Kurdan qewmîne, dike.

https://www.youtube.com/watç?v=gxutMSCoAHY

Di qada siyasetê de aliyê Kurd rastî pêşwaziya piraniya welatên cihanê hat lê zû ji serkêşê dagîrkariyê ango Erdogan re îspat bû ku peyva „ terorîst “ tenê layîqî nav û kiryarên wî yên hovane ye. Paşnavê duyê jî „dîktator“ e ku weke barana biharê biser serê Erdogan de dibare û bûye mijara sedan gotar û raportên siyasî.

Bi kuştina El-Bexdadî re êdî PYD, QSD, destkeftên şoreşa Rojava, navê Kurd, Kurdistan û îradeya gelê Kurd bêtir bala raya giştî a cihanê kişandiye ser xwe.

Peywendiyên dîktatorê Enqerê û Daişê jî ku êdî belgeyan naxwaze! Çimkî ew dera ku El-Bexdadî têde hatiye kuştin di bin desthilatdariya çeteyên alîgirên Erdogan de ye.

” Dîktator Erdogan-L´eradicteur Erdogan “ manşeta kovara Le Point a gelekî tê xwendin a bi zimanê Fransî bû ku di hejmara 2461´an de 15 rûpelên xwe li ser mijarên: Kurd, dîrok û sedemên dijberiya Erdogan li hemberî doza siyasî a Kurd bi berfirehî jê re veqetandine.

Ew bi dirêjî behsa Kurdan, keda wan di şerê bi terorîsima cihanî re û ji hêla din jî li ser kêmkirin û bêqîmetkirina bihagiraniyên jiyanê, guherandina demografiyê li Kurdistanê, kuştina Kurdên azadîxwaz û hwd xalên girîng radixe ber çavê xwendevanên xwe.

Nûçeyên girîng û sultanê Enqerê!

Di çend rojên bihûrî de Sultanê Enqerê bi bibihîstina nûçeyên jêr kete nava şokeke mezin:

  1. Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed çû Amerîka û destkeftên wê rêvîngiyê xew ji çavê rayedarên Tirkiyê revand. Îham Ehmed di kongireya Amerîka de bi belgeyên zindî ji senator û berpirsên payebilind re da selmandin ku Erdogan û Daîş li dijî Kurdan alîgirên hevin.
  2. Vegera hêzên Amerîka bo Sûriyê û bicihbûna wan li herêmên Kurdan dîsa bû sedem ku qêrîn û hewarên Erdogan bilind bibin, lê kes guhdarî wî nekir.
  3. Kuştina Ebubekir El-Bexdadî li gundekî nêzî sinorê Tikiyê ku pirsên zêde bixwe re afirandin. Herî dawiyê namzeda serokomariyê a Amerîka Tulsi Gabbard wiha dinivîse:“Erdogan xwedî welatekî mezine ku hevkariya Daîşê dike…“
  4. Tevkujiya Ermenan bi awayekî fermî ji hêla kongireya Amerîka ve weke nifişkujî hate naskirin. Vê pêngavê di rewşa îro de peyamên girîng û hemû alî têde hene.
  5. Ji hêla kongireya Amerîkayê ve hêrsia dewleta Tirkiyê li dijî Rojava weke kiryareke hovane hatiye wesifkirin. Ji ber wê jî di hinek aliyan de yê dorpêçên aborî li dijî Tirkiyê bêne cîbicîkirin.

 

Ji sê kesan tenê Erdogan maye!

Li Misrê hevalbendê Erdogan yê herî nêzîk Mihemed Mûrsî û li Îraqê jî Ebubekir El-Bexdadî bûn ku her du jî êdî di jiyanê de nemane. Ji wê sêkûçê tenê desthilata Erdogan maye ku di roja îro de ji hêla siyasî-aborî ve bêhêz bûye û êdî xwedî biha an jî pêgeha xwe a berê nîne. Di qada navnetewî de jî ji ber gefên xwe yên rojane, bênezaketiyên dûr ji rêgeza siyasetê û dagîrkirina Rojava ketiye ber rexneyên giran û hatiye îzolekirin. Êdî di çavê cihanê de Tirkiyê welatekî metirsîdar û kiryarên Erdogan faşîzima serdema Hîtler bi bîra raya giştî a cihanê tîne. Di nava sinorên Tirkiyê de jî ji xeynî piraniya kurdan hejmara alîgirên wî yên tirk jî kêm bûye.

Derfetên zêrîn li ber kurdan in

Bi vê despêkê re min xwest bêjim ku defetên zêrîn, kêm pêşhatî û dîrokî li ber doza Kurd û birêveberên partiyên siyasî li Kurdistana mezin hene ku vê rewşê vegûhêzin hevgirtin û bilindkirina ala yekîtiya xwe. Hingê hemû daxwaz dikarin bêne cih. Ger dîsa ev derfet ji dest biçin yê him „guherandina demografîyê“ li welatê me berdewam be û him jî „ destkeftên heyî “ dê ji kîsê Kurdan biçin. Ger karekî wiha sernegire bi rastî sûcdarên dereca yekê yê rêxistin û partiyên siyasî bin. Gelê Kurd di qada piraktîkê de hevgirtin û ji hevhezkirina xwe ji sala 1999‘an daye îspatkirin. Gel bi karê xwe yê Kurdistanî pêşengiya hemû partiyên me dike û bila ew jî di asta daxwazên gelê xwe de bi avakirina sîwanekê re yekîtiya xwe îlan bikin. Yê wiha dîwarekî pola li hemberî êrişên dagîrkeriyê ava bibe. Ew tenê wiha dikarin qedirnasiya xwe ji wê hêza mezin re bidin diyarkirin.

Ji 9‘ê cotmehê û şûnde li Rojava û êrişên destpêkê Erdogan hemû cinayetên li bakurê Kurdistanê zindî û gelek terajedîyên bixwîn li Kurdistanê bi bîra me Kurdan anîn: Fermana Dêrsim, Agirî, Mereş, Geliyê Zîlan, Geliyê Tiyarê û nasnameya zulma xwe a bêdawî careke din bi bîra dîrokê anîn. Ji van kar û kiryarên hovane çend armancên dewlat Tirkiyê hene:

  1. Ji bo pîrozkirina sedsaliya komara Tirkiyê amadekariyên peyamana Lozan a nû di sala 2023‘an de ku heya hingî gere hinek sinorên xwe berfireh bikin û bi karê dagîrkariyê re axa welatên cîran bi awayekî ne meşrû berdin ser axa xwe. Sala 1930‘an Xetay ji Sûriyê û sala 1974‘an jî pareke axa Qibrs jî dagîr kir û di sala 1983‘an de weke komara tirk a Qibrsê dane nasandin.
  2. Duristkrina xêzeke erd bi civaka erebî re ku wan bêyî hebûna Kurdan wan bihevre girê bide. Çêkirina kemerbenda qaşo emniyetî û anîna erebên koçber bo herêmên kurdan meremeke wiha li piştê ye.
  3. Rê li ber avakirina dewleteke Kurdî an jî statuyek ku cîranê axa bakurê Kurdistanê be.
  4. Ji destnedayîna pêygeha jeopolîtîk û jeostratejîka xwe ya li herêmê.
  5. Dûrkirina Kurdan ji deryê Medîtranê ku ger ji wira nêzk bibin hingê Tirkiye weke dewlet yê girîngiya xwe a jeopolîtîk û jeostratejîk winda bike û ji welatên Erebî jî dûr dikeve.
  6. Statûyek xwedî rêbazên demokratîk li Rojavayê Kurdistanê yê him ramanên netewî li perçên din zêde û bihêztir bike û him jî yê bibe sedem ku dirûşmên şovenîstî ên weke: yek netewe, yek al û yek welat“ bikevin nava gora mirinê. Yanî pêşkeftina demokasiyê li herêmê yê ji Rojava bi ziyana Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê be ku her yekê pareke axa Kurdistanê dagîr kirine.

Cîhana ereb û Tirkiye

Welatên cîhana ereb baş agehdarî piroje û planên Erdogan û dewleta Tirkiyê ne. Ji ber wê jî hemû hewlên xwe didin ku piştî çend salan careke din Sûriyê vegerîn nava koma xwe lê bi mercekê ku ew welat xwe ji Îranê dûr bêxe. Ji hêla din jî ew welat dixwazin di pêşerojê de rêya vegûhastin ango tiranzîta petrol û pêwîstiyên xwe yên aborî bi rêya Sûriyê derbasî Ewropa û Amerîka bikin û gewrî an jî avrêya Hormozgan giraniya xwe wenda bike. Hingê yê rê li ber otorîte û hejmonîxwaziya Îranê jî bê girtin. Erebistana Siûdî ji bo karekî wiha di hewldanên mezin da ye û dixwaze ku heya sala 2030‘an bi xelaskirina projên xwe yên geştiyariyê berê torîstên dunyayê bide welatê xwe.

Bi vê rewşê re derfetên girîng hatine ber piyê partiyên siyasî li Kurdistanê. Bargiranî li ser milê partiyên herî bihêz û mezine lê ka yê ji vir û şûnde rêbaza hevgirtinê bigirin ber xwe an na.?! Dîsa yê derfetên heyî winda bikin an na?! Pirsa sereke eve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar