Tê gotin ku serokê DAIŞ’ê hat kuştin. Hinek jî dibêjin serokê mezin ê wê zîhniyeta DAIŞ’ê, ne Bexdadî bû, R.T.Erdogan e.
Jixwe kuştin û nekuştina wî jî ne zalal e. Pir dişibe bûyera kuştina Usama Bin Ladin. Gelo karê vî ya jî xelas bû yan pir deşîfre bû, lewma ji meydanê rakirin an kişandin cîhekî ne diyar?
Bi kuştin an ji holê rakirina Bexdadî re, R.Erdogan gelek hêrs bû. Her çendîn ji neçarî û ji bo xwe veşêre got “DYA ji bo vê çalakiyê em agahdar kiribûn” jî lê li gorî agahiyên çapemeniyê, li ser kuştina Bexdadî tu agahdarî nehatiye dayîn. Bi taybetî li ser vê bûyerê gotinên Brett Mcgurk girîng û balkêş in. Aşkera dide diyarkirin ku guman nîne peywendiyên serokê DAIŞ’ê û Tirkiyeyê berdewam bûn.
Hema bila kes tiştekî nebêje, dîsa cihê ku bi malbatî lê dima; di bin desthilatiya Tirkiyeyê de bû û 5 km nêzî sînorê Tirkiyeyê bû. Her wiha berdevkê wî Hesen El Muhacir jî li Cerablûsê dima û hat kuştin ku ji xwe vir bi tevayî ji mêj ve di bin rêveberiya Tirkiyeyê de ye. Van hemû nîşanên têkiliyên xurt ên Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ne.
Bi kuştina Bexdadî re, yekser kar ket ser milê reîsê heqîqî R.T.Erdogan. Jixwe berê jî barê wî giran bûbû; ji ber ku her rêxistinek van cîhadîstên hevalbendên wî, terorîstiya wan ji aliyê cîhanê ve dihate tescîlkirin, R.Erdogan ji neçarî navên wan diguhest. Hilbet her hevalbendekî wî yê cîhadîst mohra teroristî dixwar, êdî ji neçarî ew bi xwe dadiket qada şer û cengê.
Mînak; ew rêxistinên weke El Nusra yên duvikên El Qaîde bûn, navên wan diguherî, dikir HTŞ an tiştekî din. Ji neçarî di van rojên dawî de navê OSO jî guherî kir SMO! Weke tê zanîn, heta dereng jî dostatiya xwe ya DAIŞ’ê ne vedişart û digot “van hinek xortên misilman ên pir hêrs bûne”. Lê belê heta raya giştî ya cîhanê bi tevayî got; “DAIŞ rêxistinek terorîst e”, ew jî ji neçarî û hinekî bi şermokî gotin “erê me jî gotibû DAIŞ terorîst e”!
Îca, niha hevalbendên wî hemû aşkera bûn ku terorîst in. Bêguman yê barê wî pir giran dike Serokatiya DAIŞ’ê ye; ma di sitikura wî de. Lazim e ji neçarî, êdî yekser vî barî hilde ser milê xwe. Ji xwe yê herî dawî mabû OSO bû, li gel ku navê wan guherî jî, bi kêr nehat, lewma ji neçarî ew bi arteşa xwe ya faşîst kete Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê, niha jî dîsa bi erkdarîkirina Putîn û Trump kete Serêkaniyê û Girêspiyê jî.
Bi kuştina Ebûbekir Bexdadî re, erê R.Erdogan jî nehat kuştin, lê weke marê nîvkuştî û birîndar lêhatiye. Li gorî pêşiya digotin; “marê birîndarbûyî pir xeter in, weke gurê har in, hema bê hiş û aqil êrîşî her derê dikin.”
Hema mirov li R.Erdogan dinêre, ew jî bûye wek marê nîvkuştî û êrîşkariya hovane pêk tîne. Êdî ji qebediyîtiyê derbasî dîhnîtî û harîtiyê bûye. Raya giştî ya cîhanê hemû, bi vê êrîşkariya wî ya hovanê ya vê dawiyê re, bûye dijberî wî, lê çavê wî êdî kesî nabîne, hema cihekî bêhna kurdayetiyê jê bê, bêyî ku bi fikir e êrîşî wir dike. Êdî wisa lêhatiye bûye evîndarê xwînê, bûye mecnûnê kuştinê.
Dîsa tê xuyakirin ku Putîn û Trump, li ser armanca di serî de hêza HSD’ê lawaz bike û bi vêna re R.Erdogan jî bixe nava sûcekî giran, lihev kirine. Bi vî awayî her du hêzan jî mecbûrî xwe bikin.
Di vê senaryoyê de, R.Erdogan hinek cih girtiye û dagirkeriya xwe pêkaniye û weke qezenckirî tê xuyakirin. Lê bi cewherî berovajî ye, yê ku bi bingehîn şikestê dixwe ew bi xwe ye, ji niha ve bûye sûcdarê herî mezin ji aliyê raya giştî cîhanê ve. Jixwe dozgerê berê ye YD, xwestibû R.Erdogan bi sûcdariya cengxwaziyê were darizandin(dadgehkirin).
Erê di rû re hêza HSD’ê derbe xwariye û gelê herêmê gelek zirar û ziyan dîtiye û gelek şehîd daye û dide, lê ji aliyê mirovatiya cîhanê ve mexdûr û mezlûm û mafdariya wan hatiye pejirandin û bûyê xwedî rûmeta mirovatiya cîhanê. Di encamê de yê serkeftî û qezenckiriye ev enî ye; gelên me û rêber û tevgera wan e!