Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Xwendekarên kurd ji xaniyan tên derxistin

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin diyar kirin ku ji ber gefên hin kesên nenas ji xaniyên xwe yên bi kirê kirine û ji cih kar hatine derxistin

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin, ji ber gefên kesên nenas ku li xwediyên xaniyên wan xwarine ji xanî hatine derxistin. Ji van xwedekaran Sedal Alkan û Abdûllah Akataş, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê dane.

Xwendekar Sedat Alkan anî ziman ku bi van rê û rêbazan bi dehan xwendekara ji xaniyên bi kirê kirin û ji kargehên lê dixebitin hatine derxistin. Alkan diyar kir ku hin kesên nenas li xwediyê xaniyan û emlakvanan digerin û wiha got: “Ji wan re dibêjin ‘Têkiliya van bi rêxistinê re heye. Derbarê wan de dosya û doz hene. Ew ne xwendekar in. Ew van malan wekî malên hucreyê bi kar tînin. Divê bên derxistin. An jê wê belayek bê serê we.’”

Li her derê astengî hene

Di axaftina xwe de Alkan destnîşan kir ku ji ber bûrsa wan hatiye qutkirin di karên part-time dixebitin û got ku heman kes li xwediyê kargehê jî geriyane û gef lê xwarine.

Alkan diyar kir ku mafê wan ê hewirandin û xebatê ji dest wan hatiye girtin û wiha domand: “Em xwendekar in, lê nahêlin em bixwînin. Pêşî li ber pêdiviya me ya hêwirandinê digirin. Ji bo em karibin debara xwe bikin divê em bixebitin. Vê yekê jî asteng dikin. Li her derî astengiyan didin ber kurdan.”

Bûrsên bi dehan xwendekaran hat qutkirin

Di heman mijarê de xwendekar Abdullah Aktaş jî ev tişt anî ziman: “Ez jî di nav de li zanîngehê bûrs û krediya bi dehan xwendekarên kurd bi awayekî kêfî hatiye qutkirin. Her wiha ji ber van kesên nenas em ji kar jî hatin derxistin. Di demên dawî de jî ji bo em ji Antalyayê biçin, mudaxileyî malên em lê dimînin jî dikin. Çend meh berê hin hevalên me yên din jî ji malê derxistin. Ev tişt hemû ji ber nasnameya me ya kurdbûyînê pêk tên.” ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar