Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Şera ya Efrînê û gelek gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin
Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê tevî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, herêmên Efrîn û Şehbayê jî topbaran û bombebaran dike.
Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk a dagirker îro di danê sibehê de gundê Şiwêrxa û keleha wê û gundê Malikiye yên Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku hêzên dagirker piştî gundên Şerayê, niha jî gundên Minix, Eyn Deqne û Bêlûniyê yên girêdayî kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.
Topbarana li ser gundên navborî berdewam dike. EFRÎN-ŞEHBA