Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Kobanê bûye sembola wijdana mirovahiyê’

KONGRA GEL, KCD, MSD, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, hevserokên HDP’ê, Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk bi daxuyaniyên cuda 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin ku Kobanê bûye sembola wijdana mirovahiyê. Her wiha hemû kes ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê vexwendin qadên çalakiyê

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ew Roja Kobanê ya Cîhanê bi kelecaneke mezin pîroz dikin.

KONGRA GEL

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL di serî de destnîşan kir ku dewleta tirk a faşîst û qirker dixwaze destkeftiyên kurdan û gelên Rojava ên bi berdêlên mezin hatine afirandin ji holê rake. Hevserokatiyê diyar kir ku li dijî êrîşên qirker, gelê Rojava ji 9’ê cotmehê ve bi lehengî li ber xwe dide û wiha domand: “Têkoşîna gelê Rojava ji bo mirovahiyê veguheriye mijareke wijdanî û exlaqî. Rawestandina komkujî û dagirkeriya li Rojava û têkbirina faşîzma dewleta tirk ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezine. Em hemû gelê xwe jî bi boneya Roja Berxwedana Rojava ya Navneteweyî vedixwînin qadan.”

KCD

KCD’ê jî bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. KCD’ê diyar kir ku li ser êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de 5 sal derbas bûn û ev tişt parve kirin: “Serkeftina berxwedana Kobanê ya li dijî zilma DAIŞ’ê ku ji bo hemû mirovahiyê karesateke mezin bû, bû serkeftina parastina wijdan û exlaqê mirovahiyê û pêngava herî stratejik. Em vê rojê careke din li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Lê mixabin hêzên mêtinger ên herêmî ku windakirina DAIŞ’ê ranekirin, di bin rêveberiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de di serî de Efrîn dagir kir û niha jî hewl didin temamiya Rojava dagir bikin. Ji bo valaderxistina van hewldanan hewcehî bi piştevaniya cîhanê û bi ruhê yekitiya neteweyî ya kurdan heye.”

MSD

MSD’ê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevahiya gelên cîhanê piştgirî da berxwedana Kobanê û êdî Kobanê bû sembola berxwedan û aştiyê. MSD’ê daxuyand ku di rojên ku Roja Cîhanê ya Kobanê tê pîrozkirin de dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijwar dike û Erdogan hewl dide bi êrîşkirina sembola berxwedanê re tola DAIŞ’ê hilîne. MSD’ê bang li hemû mirovahiyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî êrîşa qirkirinê ya dewleta tirk derkevin û bikaranîna qada hewayî ya Rojava qedexe bikin.

TAJÊ

Bi heman boneyê TAJÊ’yê jî daxuyaniyek da û berxwedana Kobanê û Rojava li hemû azadîxwazan pîroz kir û silav kir.TAJÊ’yê ev tişt parve kirin: “Di serî de hêza jin, ruh ê mirovahî û hevaltiya taybet û li kêleka wê berxwedêrên gelên kurdistanî, xeta xîyanetkaran û pergala Osmaniya nû şikandin û vala derxistin. Kobanê bi statuyekî pir cuda û cihê xwe di dîrokê de girt. Îro ev ruhê berxwedanê  ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi bangên ji tevahî cîhanê ji bo azadiya Rojava dubare tê jiyîn. Serçeteyê duyemîn ê DAIŞ’ê Tayyîp Erdogan jî dê bê şikênandin û dubare têk biçe.”

KONFEDERASYON

Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk jî bi daxuyaniyên cuda 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê jî banga tevlêbûnê li hemû kurdistaniyan û dostên wan kirin.

HEVSEROKÊN HDP’Ê

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Divê bê zanîn ku Kobanê ne tenê bajareke. Li hemberî tarîtiyê, remza ronahiya mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e. Kobanê, di sedsala 21’emîn de cih jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin. 1’ê Mijdar jî ne tenê mezinkirina piştevaniya Kobanê ye, her wiha li seranserî cîhanê bûye remza têkoşîna li dijî hovîtiya DAIŞ’ê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar