Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji daran, daristan xuya nake

Ebubekir El Bexdadî û beşeke girîng ên pêre hatin kuştin. Di serî de DYA gelek dewlet, sazî û rêxistinan li ser vê mijarê daxuyanî dan. Her wiha li ser dezgehên weşanan gelek şîrove jî li ser mijarê hatin kirin û hê jî tên kirin. Wiha xuya dike ku dê ev yek demeke din jî berdewam bike.

Lewre jî piştê wê dê ev yek wekî normal û xwezayî were pejirandin. Ji ber ku di çend salên dawî de Bexdadî û serkêşên çeteyên DAIŞ’ê li hemû cîhanê bibûn mijara sereke û cihê xwe di rêza yekemîn ya medya cîhanê de digirtin, lewre jî nêzîkatiyeke wiha bi vê girîngiyê jî xwezayî tê dîtin.

Her çendî ku wiha be jî lê di rastiya xwe de di bin vî dîmenî re tiştên din tên amadekirin û ew armancên cuda ne û ev yek aşkera ji alî gelek kesan vê tê dîtin.

DAIŞ a ku serkêşiya wê Ebubekir El Bexdadî dikir çi ye, li paş perdeyê kî bi rastî wan birêve dibe û misyona wê çawa tê bikaranîn jî êdî her kes dizane.

Tevî ku gelek nivîs di vê mijarê de hatine nivisandin û gelek şîrove hatine kirin lewre jî nivîs û şîroveyên ku der barê kuştina Bexdadî de tên kirin û nerînên ku derdikevin pêş dê gelekî vê yekê derbas bikin.

Heke mirov ya rast bêje, divê mirov bi vê pirsê dest pê bike û bêje gelo kesê ku li wir hate kuştin bi rastî jî Ebubekir El Bexdadî bû? Bêguman ev pirs ne der barê tesfiyekirina cesedî de ye, lê ew wekî sinyalekê tê îfade kirin.

Di bingeha xwe de, ji xwe Ebubekir El Bexdadî û çeteyên ku serkêşiya wan dikir ango DAIŞ; li Kobanê têk çûn. Piştre jî li Minbic, Reqa, Dêrazorê û dawî ji li Baxosê fînala têkçûna wan hatibû kirin.

Ji ber wê yekê, kuştina Ebubekir El Bexdadî, ji aliyekî siyasî ve berê hatibû kirin, niha jî armanc ji kuştin an jî tesfiyekirina bedenî wêdetir e. Lê rastiyeke din jî ya ku divê were fêmkirin li vir heye.

Kuştina Ebubekir El Bexdadî li nêzî sînorê Tirkiye Hatay-Reyhanli hate pêkanîn. Bexdadî jiyana xwe ji dest da lê yên pêre ji jiyana xwe wêdetir gelek tişt winda kirin.

Di rastiya xwe de di siyasetê de ew mirin. Ew ên li pişta Bexdadî û DAIŞ’ê bûn û hevsarê wan di destê wan de bû. Di vê dema pêşiya me de dê bêtir zelal xuya bike ew ên bi rengekî fîzîkî hîna sax in di rastiya xwe de dê her tiştên di destê xwe de winda bikin û dê ji mirinê xerabtir bi serê wan were.

Bala xwe bidinê Ebubekir El Bexdadî û kesên pê re çend kîlometre li nêzî sînorê Hatay-Reyhanli tê ew cihê lê hatiye kuştin di bin kontrola dewleta dagirker a tirk de ye û ji alî waliyê TC’yê tê birêvebirin. Li nêzî karaqola artêşa tirk e. Pêwendî û agahdariyên xwe di ser tora PTT re dikirin. Pereyên xwe bi riya bankayên TC’yê vediguhestin. Li wir pereyên derbasbar TL yên tirk in. Di dibistanên wê deverê de zimanê tirkî tê perwerdekirin. Melayên camiyên wan girêdayî wezareta karên Diyanetê ya dewleta tirk in.

Lewre jî di hiqûqa navnetewî de mirov di vê rewşê de nikare behsa sînorên di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de bike. Çi kesê ku li wir dijî di bin kontrola saziya şerê taybet ya tirk û rêxistina istixbarata wê MÎT’ê de ye. Heta mirov dikare bêje ew cihê ku Bexdadî lê hatibû bicih kirin çivîkek nikare bê haya istixbarat û MÎT’a tirk derbasî wir bibe.

Rastiya ku Ebubekir El Bexdadî li cihekî wiha ye, di rastiya xwe de dide rastiya ku kî têk çûye dide xuyakirin.  DAIŞ’ê bi fermana dîktator û serokdewletê dagirker a tirk Erdogan tevdigeriya, çi li Tirkiyeyê be çi Kurdistanê û Sûriyeyê be çi li bakur, başûr û rojava be, bi fermana Erdogan komkujiyên mezin kirin.

Ev yek jî rastiya ku kî serkêşiya çeteyên DAIŞ’ê dike aşkera derdixe ber çavan. Di nava têkliyeke wiha de em dibînin ku çawa li cihekî wiha di bin kontrola wan de hate kuştin ku mirov dikare bêje di bin çengê xwediyê cih Erdogan de hate kuştin.

Gotineke wiha heye tê gotin ku ‘Ji daran daristan nayê xuyakirin’. Piştî kuştina Ebubekir El Bexdadî jî tiştekî wiha tê kirin û bi zanebûn wiha tê amadekirin. Di rastiya xwe de her yek ji van rastiyan bûye wekî alav û tetikçiyê şerekî psîkolojîk û ew hewl didin peywira xwe piştî kuştina Bexdadî wiha bicih bînin.

Lê gotineke din jî heye. Ew jî ev e ; “Roj bi heriyê nayê seyandin” ew jî ev rastî ye.  Lewre jî mirina serçete Ebubekir El Bexdadî tê wateya ku dawiya faşîst dîktator R.T. Erdogan û rejîma wî yê şerê taybet ê qirêj nêz bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar