Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Doktorê Swêdî: Artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar anî

Doktor Abbas Mansoûran rewşa birîndarên ku di 13’ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneya Hesekê lêkolîn kir û got, artêşa Tirk tevî fosfora spî her wiha çekên kîmyewî yên ku wan hînê nekarîne tespît bikin bi kar aniye.

Dr. Abbas Mansoûran ku bi xwesteka xwe ji bo piştgiriya tibî ji Swêdê çû Rojava, encamên lêkolînên xwe yên li ser kesên ku di 13’ê Cotmehê de ji ber êrîşên artêşa Tirk birîndar bûn eşkere kir.

Dr. Mansoûran anî ziman ku derfetên wî çêbûn ku kesên di şerê sala 1980’î ê navbera Îran û Iraqê ji ber êrîşên kîmyewî birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan lêkolîn bike û got, li bedena mirovên ku di 13’ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneyê şopên çeka kîmyewî hebû. Dr. Mansoûran destnîşan kir ku ev yek şopa fosfora spî ye û anî ziman ku mîna Dense Inert Metal Explosive (DIME) hin çekên kîmyewî yên cuda jî hatin bikaranîn.

‘Naşibe birînên ji ber çekê’

Dr. Mansoûran diyar kir ku ji Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên derdora wan zarok jî di nav de bi sedan birîndar hatin anîn û destnîşan kir, ku derdora 30 kesên ji ber çekên kîmyewî birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li Hesekê. Dr. Mansoûran destnîşan kir ku birînên wan gelekî giran bûn û nedişibiyan birînên ji rêzê yên bi çekê.

Dr. Mansoûran anî ziman ku fosfora spî tevî şewata giran a li hestiyan her wiha zerara kujer dide organên dil, kezeb û gurçikê. Dr. Mansoûran anî ziman ku ev made her wiha yekser bandorê li cegerê jî dike.

‘Şopên li ser bedena birîndaran’

Dr. Abbas Mansoûran der barê rewşa birîndarên rakirin Hesekê got:

Piraniya wan sivîl bûn.

Piraniya nexweşên ku ez bi wan re axivîm gotin ku li deverên cuda bi çekên ji balafirên bêmirov hatin avêtin birîndar bûn.

Piraniya nexweşan qala du êrîşên hewayî kirin ku li pey hev bombe hatin barandin.

Birînên wan reş, kûr û deqên mezinahiya wan ji hev cuda bûn.

Deqên parçeyên bombeyan ên ketin bin çermê mirovan çerm nepinandin.

Hin ji birîndaran nikarîbûn bi hêsanî bêhnê bistînin, bêhn li wan diçikiya.

Şopa dû ya li ser bedena wan dişibiya toza komirê.

Herî kêm 6 nexweşan gotin ku çavên wan şewitî.

Şopeke ku nîşan bide birîn ji ber lêketina parçeyekî rû da nebû.

Li gelek nexweşan enfeksiyonên gelekî metirsîdar rû da ku bakteriyên super ên mîna Pseudonmonas ssp. E.coli û MRSA dibin sedem.

Hin ji qurbaniyan ling û destên xwe winda kiribûn.

Hin qurbaniyan nekarî bibihîzin.

Li gelek nexweşan semptomên mîna ji ber teqîna mayinan rû didin hate dîtin lê şopa şarapnelê qet nebû.

Dr. Mansoûran diyar kir ku artêşa Tirk bombeyên cuda yên kîmyewî bi kar aniye û yek ji wan jî dişibe bombeyên ji cûreyên Dense inert metal explosive (DIME). Li gorî Dr. Mansoûran bombeyên hatin bikaranîn şarapnelên biçûk ên ji 1-2 mîlîmetreyî bûn ku ji tozên metalên giran kobalt, nîkel û volframê pêk dihatin. Dr. Mansoûran diyar kir ku birînên ji ber DIME dişibe birînên ji ber çeka ji fosfora spî û destnîşan kir, ku piranî birînên kujer in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar