Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê jî tune bike

Bendava Ilisûyê bi Geliyê Dîcleyê re dê bandorê li jîndariya Geliyê Botanê ku weke ‘Parka Neteweyî’ hatiye îlan kirin jî bike

Geliyê Botanê ku yek ji geliyên girîng ên Mezopotamyayê ye, bi jiyana jîndarî û rêyên xwe yek ji geliyên ku kêm tê dîtine. Çemê Botanê ku di gelî de derbas dibe, di nav çavakniyên girîng avê yên herêmê de cih digire. Bendava Ilisûyê ku dê bi Çemê Dîcleyê re bi awayekî neyînî bandorê li Çemê Botanê jî bike.

Bendava Ilisûyê ku li hîzaya gundê Germavê yê Mêrdînê li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, bi giştî 199 cî û warên Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Êlihê di bin avê de dihêle. Di nav van cî û waran de Heskîfa xwediyê 12 hezar salan û bajarê bendergeh ê yekemîn ê Mezopotamyayê Tel-Fafan (Tile Navro) jî hene. Dê bendav bandoreke neyînî li Geliyê Botanê jî bike. Geliyê ku bi asêbûn, berwarên rast û cûreyên zîndewaran xwediyê xweşikiya sirûştî ye, nezî 500 cûreyên nebatan û 120 cûreyên sewalan lê hatine tespîtkirin. Tê gotin ku ji ber ku ji aliyê pisporan ve lêkolînên baş nehatine kirin, dibe ku cûreyên nebatan di seriya hezarî de be.

Rêyên kevnare dê di bin avê de bimînin

Geliyê Botanê ji bilî cûrbicûriya jîndarî her wiha qadên xwe yên arkeolojîk jî yek ji geliyên ku kêm tê dîtin e. Beşeke rêya Akabe ya kevnare ku li seranserê cîhanê tenê 3 rêyên bi vî rengî hene û navenda bajarê Sêrtê bi Geliyê Botanê û Çemê Botanê ve girê dide jî di bin avê de dimîne. Tê payîn ku ev rê 3 hezar û 500 salî ye.

Parka Neteweyî hat îlankirin

Geliyê Botanê ji aliyê serokkomariyê ve di 15’ê Tebaxê de weke ‘Parka Neteweyî’ hat îlnakirin û sînorên wê heta Tiloyê dirêj dibe. Li gel ku weke ‘Parka Neteweyî’ hat îlnakirin jî beşeke girîng a gelî di bin avê de dimîne.

Dê rêyên koçeran bên girtin

Her wiha bendav bi qadên dîrokî ve dê bandoreke neyînî li çanda koçeriyê ya herêmê jî bike. Ji ber ku weke ‘Parka Neteweyî’ hat îlankirin li beşên gelî destûr nayê dayîn ku sewalkarî bê kirin û bi bilindbûna avê re rêyên derbasbûna koçeran jî dê bên girtin. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar