Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Keskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan piştî ku polîsan bi ser mala hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn de girt, li ÎHD’ê ya Stenbolê Keskîn ziyaret kir. Di serdanê de Eren Keskîn axivî û diyar kir ku her dem Kurdistan bi hiqûqek cuda hatiye rêvebirin û îro jî bi hiqûqek cuda tê birêvebirin

Polîsan di 23’yê cotmehê de bi ser mala Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn de girtibûn û li mala wê lêgerîn kiribûn. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglu û Fatma Kurtulan ji bo piştgiriyê li ÎHD’ê ya Stenbolê Eren Keskîn ziyaret kirin. Eren Keskîn û Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî heyeta HDP’ê pêşwazî kir.

Di serdanê de Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku di rojên dawî de di serî de Eren Keskîn gelek kes rastî êrîşên lîncê hetine û wiha got: “Hatin binçavkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Ev konsept e. Eren Keskîn parazvanek mafên mirovan a bi hêz e. Em dizanin ku têkoşîna wê ya ji bo edaletê û azadiya jinê pir girîng e. Êrîşa li dijî wê hem li dijî jinê û hem jî li dijî parazvanên mafên mirovan hatiye kirin. Êrîşa li dijî rêzdar Eren Keskîn li me hemûyan hatiye kirin. Em wekî partiya ku edalet, demokrasî, mafên mirovan û mafê jinê diparêzin vê êrîşê şermezar dikin. Di vê pêvajoyê de divê em bêtir bên cem hev û bi hevre têbikoşin.”

Li Tirkiyeyê hiqûq û demokradî tune ye

Di axaftina xwe de Buldan da zanîn ku li Tirkiyeyê edalet û demokrasî tune û ev tişt anî ziman: “Der barê parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan de ewil biryara tehliyeyê didin û piştre li ser daxwaza dozger betal dikin. Dozgerên girêdayî qesrê ev biryar îtîraz kirin. Di çarçoveya îtîrazê de Abdullah Zeydan carek din hat girtin. Yên ev biryar îtîraz kirine demokrasî û aştiyê ceza dikin. Li vî welatî mirov kurd, parazvanên mafên mirovan û parazvanê aştiyê be pir zor e. Lê em bawer dikin ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em bêtir bibin yek û bêtir têbikoşin. Em dixwazin carek din diyar bikin ku em li pişt Eren Keskîn in.”

Li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê

Piştî Buldan hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn spasiya xwe ji bo serdana HDP’ê anî zman û wiha got: “Jinek ku êşên mezin dîtiye min ziyaret dike. Ev pir bi wate ye. Roja zaroka wê jê re bû, hevjînê wê hat qetilkirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan me ev yek ji nêzîk ve dît û jiyan. Gelek hevalên me hatin kuştin. Ewqas însan hatin windakirin û kuştin. Tişta me dîtiye li gel van geşedanan pir hindik e. Ji ber ku miriyên me hene. Lê yên wan hêj winda ne û miriyê wan ne diyar e. Ger ku îro ev têkoşîna me berdewam dike, ji ber hurmeta em nîşanî miriyên xwe didin didome.

Duh dîsa garabeta hiqûqê pêk hat. Di berdana Abdullah Zeydan de hiqûqa dijmin ket meriyetê. Dîsa îtîraz kirin û girtin. Divê ev yek tu car neyê jibîrkirin. Kurdistan her dem bi hiqûqek cuda hat rêvebirin. Îro jî Kurdistan bi hiqûqek cuda tê bi rêvebirin. Ev hiqûqa mêtîngeriyê ye. Îro kurd di navbera hiqûqa mêtîngeriyê û emperyalîstan de asê maye. Şerekî mezin dide. Êşên mezin pêş dikevin. Roja ku ez hatim berdan min şerm kir ku kêfxweş bibim. Ji ber ku ez hatim berdan ez kêfxweş nebûm. Çend roj berê birêz Selçuk Mizrakli û hevşaredarên din hatin girtin. Bi vê yekê nehatin ser destê wan kelepçe kirin û 10 saetan bi rîngê şandin Qeyseriyê.”

Pêdivî bêtir bi piştevaniyê heye

Keskîn da zanîn ku çend roj berê meclisa DYA’Yê biryara ‘Komkujiya Ermeniyan’ erê kir û wiha axivî: “Êşên mezin û komkujiyên ku em nikarin li ser axa xwe niqaş bikin û bi wan re rû bi rû bimînin, kesên din nîqaş dikin û biryar didin. Ev welat li ser navê berjewendiyê vê yekê nîqaş dikin û biryar didin. Ji ber ku em nîqaş nakin ew nîqaş dikin. Îro bêtir pêdiviya me bi piştevaniyê heye. Yên vê piştevaniyê dikin pir spas dikim. Duh Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Ez bi hemû hestên xwe yên paqij carek din Roja Kobanê ya Cîhıanê bi bîr tînim.”

Her wiha seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku êrîşa li dijî Keskîn li dijî nasnameya mafên mirovan pêk hatiye û wiha got: “Piştgrî û piştevaniya ji bo mafên mirovan îro pir girîng e. Di pêvajoya ku mafên mirovan tê binpêkirin de divê teqez piştevaniya mafên mirovan xurt be.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar