Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê: Em tenê zarokên xwe dixwazin

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên berî 23 salan li Amedê di bin çavan de hatin windakirin, pirsîn û ev bang li hikûmetê kirin: “Bila kursiyên we ji we re bin, tenê zarokên me bidin.”

Dayikên Şemiyê, ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 762’yan de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan dayik asteng kirin. Dayikên Şemiyê, li ser vê yekê li kolana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, weneyên kesên dibin çavan de hatin windakirin û qûrnefîl hilgirtin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û gelek parlementer beşdarî çalakiya vê heftê bûn.

Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên li gundê Temîran a navçeya Pasûrê ya Amedê di 2’yê Mijdara 1996’an de hatin binçavkirin û çarek din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.

Polîtîkayên ne cezakirinê di dewrê de ye

Keça Fehmî Tosûn ê di 10’ê cotmaha 1995’an de dibin çavan de hat windakirin Besna Tosûn daxuyaniya vê heftê da. Tosûn diyar kir ku mafê her kesî yê jiyanê, parastinê, dariznadina adîlane, azadî û ewlehiyê heye û wiha got: “Ev mafên bingehîn ên mirovan e, divê neyê binpêkirin. Mafê hemû kesên di bin çavan de hatin windakirin, binpê kirin. Dema ku mijar dibe kesên dibin çavan de hatine windakirin, hemû saziyên dewletê serî li rêbazên polîtîkayên bêcezakirinê didin. Çi dibe bila dewlet berpirsê kesên dibin çavan de hatine windakirin e.”

5 rojan li qereqolê tên girtin

Di berdewamê de Tosûn anî ziman ku wan Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram di salvegera wan a 23’yemîn ji bîr nekirine û wiha domand: “Malbata Bayram li gundê Temîran a Navçeya Pasûrê dijiyan. Ji bo ku bibin cerdevan rastî gelek zextên giran hatin. Ligel hemû zextan jî gundiyan cerdevantî qebûl nekirin. Ji ber vê di sala 1995’an de gund hat wêrankirin û mirov bi darê zorê neçar man ku malên xwe terk bikin. Malbata Bayram jî koçî Amedê kir. Mûstafa Bayram bi kurê xwe Şîrîn re ji bo ku di înşaetê de bixebitin çûn Kocaeliyê. Şirîn ji bo ku dergistî bibe ji Kocaeliyê tê malê. Di 2’yê Mijdara 1996’an de diçe mala xizmê xwe yê 65 salî Ramazan Tekîn ê mala wî li gundê Temîran a Pasûrê bû. Leşker û cerdevan wê şevê bi ser mala Tekîn de digirin, Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram binçav dikin. 5 rojan li Qereqola Leşkerî ya Pasûrê tên girtin û piştre bi tu awayî agahî ji her du yan nayê girtin. Ligel hemû hewldanên malbatê jî derbarê aqûbeta her du kesan de tu agahî heya roja îro nehatin girtin.”

Mafê gelek mirovan ji destê wan hat girtin

Dûre dayika Mûrat Yildiz ê di 23’yê Sibata 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz axivî û ev tişt anî ziman: “We mafê gelek mirovan ji destê wan girtin. Yên ku ev polîs şandin vê derê, ez bangî wan dikim. Polîsê xwe vekişînin. Piraniya mirovên li vê derê di temenên bav û dayikên we de ne. Heya niha me kevirek tenê jî ne avêtiye polîsan. Em ên we ji me girtin dixwazin. Bila kursiyên we ji we re bin. Em zarokên xwe dixwazin. Ji ber ku em li  vê derê rastiyan dibêjin, ev polîs êrîşî me dikin. Min baweriya xwe bi we anî û zarokê xwe da we. Ez zarokê xwe ji we dixwazim.”

Piştî daxuyaniyê nameya malbata Mehmet Şîrîn Bayram a li Amedê dijîn hat xwendin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar