Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di dorpêça polîsan de belavok belav kirin

Rêveberên HDP’ê beriya kongreya xwe ya bajar li Kolana Îstîklalê di bin dorpêça polîsan de belavok belav kirin. Polîsan ku HDP’î dorpêç kirin, xwestin rojnamegeran binçav bikin û gef li rojnamegeran xwarin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, beriya Kongreya Bajêr a Stenbolê ku li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Bayatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk bînin, xwestin li Kolana Îstiklalê belavokan belav bikin. Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Îmam Taşçier, Zeynel Ozen, Erol Katircioglu û Alî Kenanoglu û rêveberên HDP’ê dema ji kolana ÎHD’ê derketin û derbasî Kolana Îstiklalê bûn, polîsan li serê kolanê pêşiya wan girt û destûr nedan ku belavokan belav bikin. Polîsan diyar kirin ku destûr nadin ku bi girseyî belavokan belav bikin û tenê parlamenter dikarin belavokan belav bikin. Lê ligel dorpêçê parlamenter û rêveberên HDP’ê daketin kolanê û di bin dorpêça polîsan de belavok belav kirin. Lê polîsan bi mertalên xwe dîsa pêşiya parlamenteran girt û gefa mudaxaleyê li HDP’iyan xwarin. Li gel hemû astengiyan wekîlan û rêveberan dîsa belavok belav kirin.

Dema parlamenteran belavok belav kirin, rojnamegerên nûçe dişopandin jî rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan gef li rojnamegeran xwar û gotin “Ger ku hûn dîmen û wêne bikişînin em dê we binçav bikin” Lê rojnamegerên ku dîsa xwestin dîmenan bikişînin, rastî tundiya polîsan hat. Polîsan rojnameger kaş kirin û ji qadê dûr xistin.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen li pişt mertalên polîsan bang kir û wiha got: “Gelê me yê hêja hûn dibînin. Hûn dibînin ku ji me û gelê me çiqas ditirsin. Destûr nadin ku em ji bo kongreya partiya xwe bang bikin. Sibê li Kuçukçekmeceyê kongreya partiya me heye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li kongreyê bibin.”

Polîsan piştre HDP’î heta avahiya HDP’ê dorpêç kirin û şopandin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar