Leşkerên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di van kêliyan de bi dijwarî gundê Mehmûdiyê yê Serêkaniyê û gundên Zirganê topbaran dikin
Êrîşên qirkirinê yên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Li hemberî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê, berxwedan gel û şervanên Rojava jî didome.
Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Mehmûdiyê yê Serêkaniyê û gundên Esediyê, Bab Ferec û Um Işbê yên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kir.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku topbarana hêzên dagirker a li dijî van gundên navborî didome. HESEKÊ