Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li 5 bajarên Swêdê bi hezaran kes ji bo Rojava li qadan bûn

Li 5 bajarên Swêdê bi hezaran kurdistanî û dostên wan di çarçoveya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de daketin qadan. Çalakvanan xwest ku qada hewayî ya li Rojava ji dewleta tirk re bê girtin û peyamên berxwedanê dan

Bi boneya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê di serî de li paytext Stockholmê, li bajarên Goteborg, Malmo, Karlstad û Umeayê yên Swêdê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

GOTEBORG

Çalakî li Qada Gûstav Adoldfê bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir ku hunermend Ferîboz got. Piştre ji bo bîranîna şehîdên Şoreşê û Rojava deqeyeke rêzgirtinê hate girtin. Di çalakiyê de parlamenterê Partiya Çep Tony Haddoû li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku ew bi xwe asurî-suryanî ye û wiha got: “Dewleta tirk ji ber ku li dijî kurdane û li dijî avabûna rêveberiya xweser a ji hemû pêkhateyane, li dijî Rojava dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Em dixwazin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta tirk bê girtin.”

Ji Platforma Jinan jî Mîa Johansson di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Erdogan ê dijminê jin û kurdan, ji ber ku sîstema li Rojava sîstemeke wekhev û femînîste êrîşî wê sîstemê dike. Johansson wiha domand: “Jin dê li pêşberî vê tu carî bêdeng nemînin û Şoreşa Rojava bi ser bixînin.” Ji Komîteya Rojava Alexander Svensson jî êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kir û strana xwe ya ji bo teşhîrkirina sûcê li dijî mirovahiyê yên ku dewleta tirk kirin, got.

MALMO

Li Malmoyê jî kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr li pêşiya buroyeke tûrîzmê ya dewleta tirk çalakî li dar xist. Çalakvanan bang li swêdiyan kirin ku tûrîzm û malên dewleta tirk boykot bikin. Her wiha piştî çalakiyê, kurdistanî û dostên wan saet 13:00’an de jî li Qada Gûstaf Adolfê mîtînga xwedîderketina li Rojava pêk anî. Çalakger ber bi Qada Trîangelê ve meşiyan û dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin.

UMEA

Her wiha li bajarê Umeayê jî kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya gelên Rojava konserek li dar xist. Her wiha piştî nîvro li Qada Radhûstorgetê xwepêşandanek hate lidarxistin. Di çalakiyê de endamê Desteya Rêveberiya Bajêr a Partiya Karker a Sosyal Demokrat Alejandro Cavîedes, bi navê Partiya Çep Nasteho Osman, Parlamenterê Partiya Moderat Edward Rîedl û ji Partiya Çep Alex weke qiseker tev li bûn. Di çalakiyê de dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin û daxwaza vekişandina leşkerên tirk ji Rojava hate kirin.

KARLSTAD

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî li navenda bajêr çalakiyeke şermezarkirinê pêk anî. Bang li Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bikin. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar