Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû destnîşan kir ku îktîdar dixwaze kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş bigire û wiha got: “Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike.”

Li meclisê hevdîtinên ji bo budçeya 2020’an destpê dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay, budçeyê nirxandin.

Pîroglû destnîşan kir ku şer û nexasim jî şerê li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê tesîrê li kûra dowîzî dike û got ku dê sala 2020’an bibe sala ku bi fatûreya rasteqîn a şer re rû bi rû bimîne.

Pîroglû gotina serokê AKP’ê Erdogan ku gotibû ‘Ma hûn dizanin fîşekek bi çi qasî ye?’ bi bîr xist û wiha got: “Şer, mirov, makîne û pere nesîhet in. Dewleta Tirkiyeyê ketiye şerekî ku wê di warê aborî de fatûreya wê pir giran be. Balafir radibin, çek diçin û tên, fîşek tên berdan. Ev hemû pere ne. Ya duyemîn jî tişta jê re dibêjin ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ û komeke ku bi salan e xwedî dikin heye. Ev hemû pere ne. Niha bi modeleke aboriyê ya li ser şer hatiye çêkirin tê birêvebirin. Îjar ew budçeya mezin a ji bo şer veqetandine, bawer bikin ji vê zêdetir e.”

Hikûmet bi reqamên TUÎK’ê dilîze

Di axaftina xwe de Pîroglû destnîşan kir ku hikûmet bi reqamên TUÎK’ê dilîze û wisa enflasyonê diyar dike û ev tişt anî ziman: “Wê fatûreya vê yekê di zema ji bo meaşê kêmtirîn û zema ji bo meaşê karmendan de derkeve holê. Wê hevdîtinên ji bo meaşê kêmtirîn di meha kanûnê de destpê bikin. Min di meclisê de ji AKP’iyan re tiştek gotibû; min gotibû, baca ji karkerên bi meaşê kêmtirîn tê stendin rakin bes e. Dixwazin kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş, bi bacên neyekser, bi OTV û KDV’ê bigirin. Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike.”

Butçeya alîkariya civakî hat kêmkirin

Serokê Malên Gel Nûrî Gunay jî da zanîn ku budçeya ji bo alîkariyên civakî kêm e û wiha axivî: “Gava ewlehiyên civakî yên mirovan û bacên bi meaşê digirin tên dayîn berawirdî hevdu tên kirin, ji xwe derdikeve holê ku mesele ne meseleya alîkariya civakî ye. Helbet ji bo vê neveqetandina çavkaniyan û kêmkirina wê meseleyeke din e.”

Gunay anî ziman ku budçeya ji bo çandiniyê hatiye veqetandin jî bi polîtîkaya qedandina çandiniyê ve girêdayî ye û wiha domand: “Mixabin ji sala 2002’yan ve li welatê me polîtîkayeke ku cotkarên biçûk û qedandina çandiniyê heye. Halbûkî welatê me di warê çandiniyê de welatekî dewlemend e û diviya tiştek jî nehatana îthalkirin. Lê mixabin di budçeyê de jî dixuyê ku ji tu şaşiyan ders negirtine. Nexasim jî ji bo rewşa cotkarên biçûk xirabtir bibe parek hatiye veqtandin. Ev dîmen jî nîşan dide ku ev îktîdar dixwaze li welatê me çandinî nemîne.”

Herî dawî Gunay destnîşan kir ku sermaye dixwaze krîzên aborî têxe stuyê gel û got ku divê dev ji bacên tên zêdekirin û zeman berdin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar