Tirkiye li arafê ye

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana îslamî ve û...

Pirsgirêka dewletê ya bi kurdan re

Ji sala 2016'an û vir ve şaredariyên kurdan tên dagirkirin û şaredar jî têne girtin. Ev yek jî piştî darbeya 15'ê tîrmeha heman salê...

Salı - 5 Kasım 2024

Li Til Temirê 4 maşîneyên dagirkeran hatin rûxandin

Artêşa tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê êrîşî gundên Til Temir û Zirganê dikin. Hat zanîn ku di şerê heta niha de 4 maşîneyên dagirkeran hatine rûxandin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomînin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker êrîşî gundewarên Til Temirê û Zirganê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tankan êrîşî gundê Kasimiyê yê girêdayî navçeya Til Temirê dikin. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan dagirkeran. Di encama şerên dijwar de 4 maşîneyên dagirkeran hatin teqandin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gund û mezreyên navçeya Zirganê kirin. Li gorî agahiyên ji qada şer, topbarana dijwar li ser herêmê tê kirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar