PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan vê çarenûsê biguherînin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di komxebata ‘Jin, Nivîs û Nivîskariyê’ de axivî û wiha got: “Ji ber ku gelê kurd bi salan e êşê dikişîne, di helbest û nivîsên wan de tim xemgînî heye. Lê em dikarin bi pêşengtiya jinên helbestvan û nivîskar vê çarenûsê biguherînin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca balê bikişîne ser pirsgirêkên nivîskarên jinên kurd û çareseriyê ava bike komxebata ‘Jin, Nivîs û Nivîskariyê’ lidar xist. Gelek nivîskarên jinên kurd ji bajarên Tirkiyeyê û Fransayê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî komxebatê bûn.  Li salona ku komxebat ve pankarta ‘Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e’ hat daliqandin. Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kir.

Guven berî dest bi axaftinê bike kesên tev li komxebatê bûn silav kirin û ji kesên ku jin anîn gel hev re jî spas kir. Guven di axaftina xwe de girîngiya komxebatê bi bîr xist û wiha got: “Ji ber ku axa me dewlemend e em her bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Heta niha ku çawa Kurdistan kirine çar parçe, pergala dewletê jî li dijî jinan polîtîkayên qirkirinê dike dewrê. Herkes derbarê axa me de dixwaze biryarê bide. Lê divê em xwedî mafê ku bikaribin çarenûsa xwe tayîn bikin bin.”

Jinên kurd leheng in

Guven di dewama axaftina xwe de diyar kir ku îro bi saya jinên wekî Jila Huseynî, Dayê Tewraza Hewramî, Jana Seyda û Keja Ahmet çand û wêjeya wan pêk ketiye û wiha domand: “Pêşketinên çandî yên di pêşengiya jinê de gelek bi nirx in. Jinên kurd leheng in û di heman demê de ji bo çand û wêjeya xwe pêşve bibin bedelên giran dane. Jinên wekî Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan têkoşîneke ku di dîrokê de ci bigire dan.”

 

‘Em dikarin vê çarenûsê biguherînin’

Her wiha Guven axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin qadan bin, kedê bidin û tişta dikeve ser milên wan bikin.  Ger ku zimanê me nebe em nikarin hebûna xwe îspat bikin. Ji ber vê keda jinên nivîskar, ronakbîr û helbestkar girîng e. Ji ber ku gelê kurd bi salan e êşê dikişîne, di helbest û nivîsên wan de tim xemgînî heye. Lê em dikarin vê çarenûsê bi pêşengiya jinan biguherin. Ez careke din ji kesên ku keda wan di vê komexebatê de heye re spas dikim. Serkeftin ya me ye.”

Piştre nivîskar Roza Metîna peyama Hevseroka PENA KURD Aslihan Yildirim xwend. Aslihan di destpêka peyama xwe de jinên di girtîgehan de silav kirin û ev peyam da: “Nivîskarên me yên beriya bi hezaran salan hene. Lê dibin siya zihniyeta serdest a mêr de dimînin û nayên zanîn. Ji bo danasîna wan pêdivî bi gelek komxebatên din ên bi vî rengî heye.”

Komxebata bi sernavê ‘Jin, nivîs û nivîskarî’ dê bi 4 sernavên cuda berdewam bike.

Bernameya komxebatê wiha ye:

1- Mijara destpê kê; Dîroka jinên kurd ên nivîskar û pirsgirêkên jinên nivîskar ên kurd ku dijîn

Moderator: Ayşe Gokkan

2-Di weşanên kurdî de zayendparêzî

Moderator: Cevahîr Savak Duzgun

3 – Di girtîgehan de Jin û Nivîskarî

Moderator: Xecê Şen

4 – Teşvîk kirina nivîsandin û weşanê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar