PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HSD: Herî kêm 15 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnan a 24 saetên dawî parve kir. HSD’ê diyar kir ku di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 3 maşîneyên çeteyan jî hatin rûxandin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û pevçûnên 24 saetên dawî bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

ZIRGAN Û TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin. Di vê çarçoveyê de xwestin bi êrîşên li dijî gundên Ingel-Hewa, Til El Werd, Xirbe Dibs, Bab El Fereş, Til Mihemed û Ûm El Îşbayê dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya mafê parastinê bersivên tund dan û şerekê demdirêj qewimî. Di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî hatin rûxandin.

EYN ÎSA Û KOBANÊ

* Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîşî gundên Xirbet Faris,  Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.

* Hêzên me bersiv dan êrîşkaran û şer derket. Li qadê gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin lê hejmara wan nehat zelalkirin.

* Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 maşîneyên leşkerî û maşîneyeke kar hatin rûxandin.

* Di vê berxwedanê de 8 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar