Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Cenaze hatibû parçekirin nedihat nasîn’

Malbata gerîlayê HPG’ê Mahsun Polat ku di sala 2017’an de şehîd bû û piştî du salan cenazeye kurê xwe girtin, da zanîn ku ji ber cenaze nedihat naskirin ew nimûneya xwînê dane û diyar kir ku dozgeriyê destur nedaye ku wesiyeta zarokê wan pêk bê

Li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê tîrmeha 2017’an de di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûnek qewimîbû û di encama pevçûnê de gerîlayê HPG’ê Mahsun Polat şehîd bû. Malbatê piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe wergirt. Hat zanîn ku piştî Polat jiyana xwe ji dest dide li Goristana Bêkesan a Mêrdînê tê veşartin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire nimûneya xwînê da. Xwîna DNA’yê piştî mehan bi encam bû û ji malbatê re hat gotin ku dikarin biçin cenazeyê xwe bigirin.

Malbat ji bo wesiyeta zarokê xwe bicih bîne xwest cenaze bibe li Goristana Hecaca Nisêbînê veşêre. Lê polîsan destûr neda cenaze li Goristana Hecaca bê veşartin. Saleke malbat hewl dide wesiyeta zarokê xwe bicih bîne lê hemû hewldanên wan bêencam man. Li ser vê yekê malbatê di 1’ê mijdarê de cenazeyê kurê xwe li goristana gundê Çalê yê Nisêbînê veşart.

‘Beden hatibû parçekirin’

Derbarê mijarê de bavê Polat, Mahmut Polat diyar kir ku kurê wî di sala 2011’an de tev li HPG’ê bûye û wiha got: “Piştî 7 salan kurê min şehîd bû. Leşker li min geriyan gotin ‘Me kurê te kuştiye. Were cenazeyê kurê xwe hilde.’ Cenaze li Nexweşxaneya Qoserê bû. Ji bo em cenaze nas bikin ez û diya wî çûn nexweşxaneyê. Lê me cenaze nas nekir. Beden hatibû parçekirin. Ji ber wê me nas nekir. Ji bo vê yekê me xwîn da. Piştî xwîn jî bi encam bû heta 4 mehan cenaze nedan me.”

Wesiyeta Polat hat astengkirin

Her wiha bav Polat anî ziman ku wesiyeta kurê wî ku xwestiya li Goristana Hecaca were veşartin, hatiye asteng kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo destûrê me serî li dozger da û dozger ji wan re got ‘Li Goristana Hecaca mezelên HPG’iyan hene. Em ê destûr nedin we ku hûn wî li kêleka hevalên wî veşêrin’ û bi vî awayî asteng kirin. Ji bo wesiyeta kurê min pêk were em du salan sekinîni. Ez hêvîdar im dê êdî kes neyê kuştin. Dilê me şewitî bila dilê kesên din neşewite.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar