Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li Girtîgeha Sîncanê qedexeyek balkêş!

Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest danî ser wêneyên xizm û hevalên girtiyan ji wan re şandin û hinceta desteserkirinê jî hejmara kesên di wêne de ji 3 kesan zêdetir e dane nîşandan. Ji aliyê din ve Suat Dozdar Şîmşek ku piştî 13 meha ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hat berdan jî da zanîn ku li girtîgehê lêpirsîn û dozên kêfî li girtiyan tê vekirin

Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay binpêkirinên mafan ên ji girtîgehên cuda gihîştine ber destên wan kirin rapor. Di raporê de lêgerîna tazî, îşkenceya fizîkî, astengkirina mafê dermankirinê, birçî hiştina girtiyên nexweş û gelek binpêkirinên din cih digirin.

Di raporê de biryara astengkirinek sosre jî cih digire. Di raporê de hat zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest daniye ser wêneyên xizm û hevalên girtiyan ji wan re ku şandin û hinceta desteserkirinê jî hejmara kesên di wêne de ji 3 kesan zêdetir e dane nîşandan.

Her wiha di raporê de hat gotin li ser ‘fermana wezaretê’ radyoyên girtiyan ji wan hatine stendin û dest datînin ser pirtûkan û Qurana Kerîm jî di nav de pirtûk tên berhevkirin. Di raporê de cezayên dîsîplînan û pirsgirêka kantînan jî hatin rêzkirin.

Binpêkirina li 8 girtîgehan

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîfa F a Boluyê, Girtîgeha Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê û Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê cih digirin. Balkêşe ku di raporê de bi dehan binpêkirina mafên girtiyan cih digirin.

Sepana ‘tevlihev bike’ xistine dewrê

Ji aliyê din ve Suat Dozdar Şîmşek ku piştî 13 meha ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edenayê di 24’ê cotmehê de hat berdan, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û got ku li girtîgehê hemû mafên demokratîk ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin.

Şîmşek da zanîn ku pêkanîna darbeya 12’yê Îlonê li girtîgehê hebûn û sepana ‘tevlihev bike û li hev bîne’ xistine dewrê û wiha got: “Girtiyên ji doza PKK’ê bi girtiyên DAIŞ, FETO û sûcên edlî re li korîdar û blokan tên ragirtin. Van koman bi darê zorê derdixin hevdîtina vekirî û rêveberiya hefsê dixwaze pêngavên provakatîf pêk bîne. Ji ber vê yekê ev 3 sal in girtî nikarin derkevin hevdîtina vekirî.”

Lêpirsîn û dozên kêfî

Di axaftina xwe de destnîşan kir ku her roj pêkanînên kêfî û bi cezayên dîsîplînê re cezayên 15 rojan ên hucreyan tên dayîn û ji ber mafên xwe yên şermezarkirinê bikar tînin bi îdiaya ‘zirarê didin malê cemaweriyê’ wan dixin ber lêpirsînê û doz vedikin.

Şîmşek diyar kir ku girtiyên nexweş bi kelemçeyan dibin mauyeneyê û mafên wan ên tenduristiyê û dermankirinê tên astengkirin, li gel biryara berhevkirinê ya pirtûk, kovar û rojnameyan nîne jî bi awayek kêfî nedidan wan û dest datînin ser radoyoyên girtiyan.

Nahêlin girtî bi kurdî name binivîsînin

Her wiha Şîmşek anî ziman ku lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin, yên vê yekê qebûl nakin jî gardiyan û leşker li wan didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî hevalên nû sewqî Kurkçulerê dihatin kirin rastî lêdanên giran dihatin û heqaretên giran li wan dihatin kirin. Rewşa hevalê me Kemal Ozelmali yê nexweş nebaş bû. Wî terkî mirinê kirine. Nameyên me dixwest em bişînin jê re digotin ‘bifikar e’ û nedişandin. Nameyên bi zimanê kurdî ji me re dihatin nedidan me. Nedihiştin em nameyên bi kurdî jî binivîsinin. Dest datînin ser nameyên kurdî. Ez dixwazim hemû sazî ji bo van binpêkirina mafan bikevin nava tevgerê.” EDENE – ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar