Li gundê Reyhaniyê yê Til Temirê di encama teqîna mayina ku çeteyan çandibûn de 2 sivîl birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê li gundê Reyhaniyê ku di navbera Til Temir û Zirganê de mayin çandin. Dema ku welatiyên gund ji gund derdiketin mayinek bi wan ve teqiya.
Hat zanîn ku di encama teqîna mayinê de welatiyên bi navên Îsa Mihemed û Muhenedf Hesîb birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Til Temirê. TIL TEMIR