Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk kembera tirkmen û selefiyan ava dike

Artêşa tirk a dagirker ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên Mîsakî Mîllî tirkmenan û çeteyan bikartîne. Di vê çarçoveyê de li Efrînê li gelemperiya gundên ser sînor tirkmen bi cih kirine û bi vê yekê re kembera tirkmenan ava kiriye. Dewleta dagirker niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî hewl dide kembera selefiyan ava bike

Dewleta tirk a dagirker ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên ‘Mîsakî Mîllî’, komên çete yên girêdayî xwe yên cîhadperwer û tundrew li rojavayê Kurdistanê bi cih dike. Dewleta tirk pere û çekan dide van çeteyan. Bi vê yekê re jî hewl dide ku li herêmên dagirkirî demografyaya herêmê biguherîne.

Ji bo pêkanîna vê xeyalê jî dewleta tirk hemû pîvan û rêgezên şer û mirovahiyê binpê dike. Di êrîşên xwe yên qirker de sivîlan qetil dike, dişewitîne, direvîne, tecawiz dike, malê gelê herêmê talan û wêran dike û li ser xaka wan koçber dike. Dewleta tirk a dagirker van pêkanînên xwe hemûyan jî tevî leşkerên xwe, bi destê çeteyên El Nusra, DAIŞ’ê û OSO’yê pêk tîne.

Bikaranîna çekên kîmyewî

Dewleta tirk her wiha di êrîşên xwe de çekên kîmyewî û qedexekirî jî bi kar tîne. Ji ber bikaranîna van çekan heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sedan sivîl jî bi van çekan birîndar bûn.

Malbatên çeteyan tînin herêmê

Li gorî agahiyan, dewleta tirk a dagiker piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, alîkariyên manewî û madî dan malbatên çeteyan ku li herêmên rojavayê Kurdistanê bi cih bibin. Bi vê yekê re jî dixwaze ku li rojavayê Kurdistanê kembera selefiyan ava bike û li dijî Rojava bi kar bîne.

Armancên dewleta tirk

Gelek armancên dewleta tirk a dagirker li Sûriyeyê hene. Yekemîn armanca wan ew e ku xeyala Osmanî pêk bînin. Ji bo vê jî qirkirina gelê kurd, ermen, suryan, asur û ereban daye ber çavan. Yek ji armancên wê yên din jî jinûve zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Kembera tirkmenan

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî kantona Efrînê kir. Di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran sivîl birîndar bûn û bi sedhezaran jî koçber bûn. Piştre jî li bi sedhezaran malbatên çeteyan ji herêmên din ên Sûriyeyê anîn û li Efrînê bicih kirin. Bi taybet jî piraniya van kesan tirkmen in. Bi vê yekê re jî li Efrînê kembera tirkmenan ava kirine.

Kurdî qedexe kirin

Dagirkerên tirk her wiha zimanê kurdî li Efrînê qedexe kir û dibistanên tirkî vekirin. Her wiha bi biryara wezareta perwerdeyê li Efrîn, Ezaz û Babê fakulteyên zanîngehê vekirin û girêdayî Zanîngeha Dîlokê kirin. Berpirsyarê wê jî çeteyê DAIŞ’ê Xesan Camûs e.

Li hêla din jî dagirkeran navên gund û bajarokan guherandin, nasnameya nû derxistin û plakaya seyareyan jî guherandin. Her wiha gelek binpêkirin li Efrînê kirin, bi hezaran darên zeytûnan birîn, kargehên guvaştina zeytûnan dizîn, mal û milkên şêniyan dizîn û talan kirin û binesaziya herêmê tar û mar kirin.

Çavkanî: Şanaz Îbrahîm / ŞEHBA -ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar