Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Xweşikî û xemla payîzê

Bi hatina demsala payîzê re li gundê Saldaxa navçeya Pertagê ya Dêrsimê hemû xweşikiya rengan li ber çavan e û gelek xwezahez û wênegir diçin serdana gund

Bi hatina demsala payîzê re rengê xwezayê diguhere û pel ji daran diweşin. Gundê Saldaxa bi ser navçeya Pertaga Dêrsimê xweza veguheriye rengên xweşik. Gundê Saldaxê dîmenên rengîn û xweşik ên payîzê xemilî ye. Li jora dîmenên xweşik ên payîzê li ser çiyayan berf barî û rengê berfê û xweşikiya payîzê dîmenek xweşiktir raxist ber çavan.

Her sal xwezahez û wênegir diherikin gundê Salaxê û bi kêfxweşî li dîmenên payîzê temaşe dikin û wêneyan digirin. Xweşikiya dîmenên payîzê ji dawiya meha cotmehê dest pê dike û heta nîvê meha mijdarê didome.

Welatiyên tên serdana gund di nava xwezaya xweşik û hewaya xweş a vê xwezayê de digerin û dibêjin ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan.

 Xweşikiyek bêhempa

Ji yên meşa xwezayê amade dikin Perîxan Soylemez diyar kir ku di hefteyekê de ev bû cara duyem ku tên serdana gundê Saldaxê û xweza li vir xwedî xweşiyek bêhempa ye. Soylemez anî ziman ku gundê Saldaxê gelek rengên xweşik dihebîne û rengên mîna kesk, sor û zer li vir dibin rengên dîtbariyek xweşik û da zanîn ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan.

3 demsal tê dîtin

Ji xwendekarên bi navê Boran Demîr û Yilmaz Dogukan Pala yên beşdarî gera xwezayê ya li gundê Saldaxê bûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku sê demsal payîz, havîn û bihar bi hev re li gund tê dîtin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar