PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Tayînkirina qeyûm li Qoserê hat protestokirin

Li Qoser a Mêrdînê bi tevlêbûna parlamenter û hevşaredaran re ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Qoserê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku tayînkirina karmendekî ya li şûna hilbijartiyan, rewa nîne

Çalakiyên li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Qoser a Mêrdînê berdewam dikin. Bi vê boneyê îro jî bi tevlêbûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Ebrû Gunay, hevşaredar Nilûfer Elîk Yilmaz û welatiyan li Qada Azadiyê ya Qoserê çalakî hat lidarxistin.

Qada çalakiyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan biryara ‘qedexeya çalakiyan’ a walîtiya Mêrdînê nîşan dan û destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn. Li ser vê yekê jî daxuyanî li ber Avahiya HDP’ê ya Qoserê hate dayîn.

Di çalakiyê de parlamenterê Ebrû Gunay axivî û bertek nîşanî biryara waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye da. Gunay got ku hewl didin dengê heqîqetê bitepisînin û wiha bi dawî kir: “Dixwazin rastiyan veşêrin. Lê çiqas êrîş bikin jî em ê li ser pêya bin û têbikoşîn. Tayînkirina karmendekî ya li şûna hilbijartiyan rewa nîne.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar