Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşker û çeteyên tirk dixwazin rêya navneteweyî dagir bikin

Artêşa tirk û çeteyên wê bi erêkirina Rûsyayê dixwazin xwe bigihînin rêya navneteweyî. Di vê çarçoveyê de êrîşên xwe didomînin. Tê gotin ku komên çete yên êrîşî şervanan dikin, ji bo êrîşê agahî dane rejîmê lê rejîmê ev agahî bi HSD’ê re parve nekirine

Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di roja 28’emîn de jî hêzên dagirker hewl didin dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bikin. Li hemberî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi taybetî li başûrê Girê Spî bersivên tund didin dagirkeran.

Komên çete yên ku DAIŞ û El Nusrayê tevî peymanên Amerîka û Rûsyayê jî dixwazin bi kûrahiya 30 kîlometreyî rêya navnetewî ya M4’ê kontrol bikin. Ji bo vê yekê jî ev kom êrîşên xwe dijwar dikin. Di vê çarçoveyê de duh êvarê li ser rêya M4’ê a li nêzî gundê Şergirak ê Girê Spî di navbera şervanên HSD’ê û komên çete de şerekê dijwar rû da. Di heman demê de herêm ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hate bombebarankirin.

11 çete hatin kuştin

Li gorî agahiyan, di encama pevçûnan de 11 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Piştî ku komên çete li herêmê şikestin, artêşa tirk a dagirker bi topên obusan û SÎHA’yan cihên sivîlan hedef girtin. Liv û tevgera balafirên keşfê ya li ser herêmê didome.

Koordîneya çeteyan û rejîmê

Her wiha hêzên rejîma Sûriyeyê yên li ser vê xetê jî bêyî ku bersivê bidin êrîşan, tenê şerê heyî temaşe dikin. Ev jî nîşan dide ku êrîş bi erêkirina Rûsyayê pêk tên. Hêzên rejîmê gelek gundên ku HSD’ê radestî wan kiribûn vekişandibûn û li şûna wan çete bi cih bûbûn. Hat zanîn ku çeteyên dewleta tirk agahiya êrîşan bi rejîmê re parve kiriye û rejîmê jî ev agahî nedane HSD’ê. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar