Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xwendekar û mamoste li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran xwendekar û mamosteyên Dêrik, Girkê Legê û Tebqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê û ji bo piştgiriya bi şervanên HSD’ê re daketin qadan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewlet tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, li Dêrik, Girkê Legê û Tebqayê bi hezaran xwendekar û mamoste daketin qadan.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran xwendekar û mamosteyên Dêrikê li pêşiya Peymangeha Zanistên Civakî ya Şehîd Demhat kom bûn. Çalakvanan dirûşmên ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ berz kirin û pankartên ‘Me qetil nekin’ , ‘HSD nûnertiya me dike’, ‘Şerê ku dibistan û pêşeroja me wêran dike rawestînin û li vir berxwedêr in’ û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û yên zarokên hatine qetilkirin, vekiribûn.

Meş li pêşiya Dêra Marşamonî veguherî mîtîngê û daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke xwendekar û mamosteyan bi dirûşma ‘Êrîşên li dijî Rojava, destwerdana nirx û rêgezên perwedeya azad e’ dimeşin û êrîşan şermezar dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku ew dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin û dev ji xaka xwe bernadin.

‘Em ji bo jiyaneke azad hatine dinê’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ne ji bo ku bên qetilkirin, ji bo ku jiyaneke azad û birûmet bijîn hatine dinê. Daxuyanî wiha dom kir: “Em çarenûsa zarokên cîhanê ne. Ji ber vê yekê em dagirkirina xaka xwe red dikin . Em xwedî çand û ziman in û pêwîstiya me bi tu kesî tune ye. Şehîdên me di oxira parastina me de, canê xwe feda kiriye.” Çalakî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ bi dawî bû.

Çalakiya Girkê Legê

Li Girkê Legê jî bi sedan mamoste û xwendekar daketin qadan û piştgirî dan şervanên HSD’ê. Di çalakiyê de wêneyên kesên di êrîşên dewleta tirk de hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Çalakvanan dirûşmên ‘Fêrkirina me gavên destpêkê yên avakirina pêşeroja me ye’ û ‘Şerê ku dibistan û pêşeroja me wêran dike rawestînin, parastina zarokan ji dijminan bikin’ berz kirin. Meş ji Qada Şehîd Xebat a Dêrikê dest pê kir û li naverasta bajêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyanî hat dayîn û êrîş hatin şermezarkirin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Çalakiya li Tebqayê

Bi heman boneyê bi sedan mamoste û xwendekarên bajarokê  Cirniye yê Tebqayê jî daketin qadan. Meş ji ketina bajarokê Cirniyê dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve çû. Di meşê de bi dirûşman êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin. Meş li ber navenda çandê veguherî mîtîngê. Di daxuyaniya li mîtîngê de êrîşên dewleta tirk hate şermezarkirin û hat gotin ku ew mafên xwe yên fêrbûnê, jiyana ewle û azad dixwazin. Di daxuyaniyê de bang li NY, UNICEF û hemû rêxistinên navdewletî hat kirin ku li dijî êrîşan bisekinin. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû. DÊRIK-GIRKÊ LEGÊ-TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar