Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Silêmaniyê 60 hunermend ji bo Rojava derketin ser dikê

Bi armanca piştgiriya bi berxwedana rojavayê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê re, li Silêmaniyê bi tevlêbûna 60 hunermendan bi dirûşma ‘Em hemû Rojavayî ne’ konserek hate dayîn

Beşa Hûnera Mûzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê demek berê dest bi amadekariyên konsera muzîkê kiribû. Piştî amadekariyên ku 2 hefteyan dom kirin, îro konser hate dayîn. Konser bi navê ‘Piştevaniya Kurdistanê’ li hewşa Kargeha Cixareyan a Silêmaniyê hate dayîn û 60 hunermendên herêma Silêmaniyê tev li bûn. Di konserê de gelek beşdar hebûn û pankarta ‘Em hemû Rojavayî ne’ hatibû daliqandin.

Beriya ku konser dest pê bike serokê Rêveberiya Huner û Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê Babekir Direyî axivî û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, li dijî hemû mirovahiyê ne. Hin kesên ku van êrîşên dewleta tirk mafdar dibînin hene. Ev kes dijminên azadiyê mafdar dibînin. Divê em bi huner, gotar û boykota aborî helwesta xwe nîşan bidin. Em konsera xwe di nava tiştên alîkariyê yên ji bo Rojava hatine komkirin de didin. Ev tiştekî girîng û manewî ye.”

Piştî axaftinê jî 60 hunermendên ku cilên kurdî lixwe kiribûn bi sirûda neteweyî ya ‘Ey Reqîb’ dest bi konsera xwe kir. Piştî sirûda neteweyî ji bo şehîdên berxwedanê û azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî hunermendan bi hev re stranên ‘Welatê me Kurdistane’, ‘Kurdistan lê Kurdistan’ û ‘Ay Dîlberê’ striyan.

Konser bi sirûda ‘Her kurd bûyn, her Kurd dibîn’ bi dawî bû. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar