Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li eniyên pêş peyam heye: Em ê dagirkeran ji vê xakê derxînin

Şervanên HSD’ê yên li eniya Eyn Îsa diyar kirin ku tevî êrîşên bi balafirên şer jî, hemû êrîşên hêzên dagirkeran dişikînin. Şervanan got ku armanca êrîşan tunekirina gelê kurd e û ew dê hemû dagirkeran ji xaka xwe derxînin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemû eniyên Rojava berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Yek ji van eniyan jî Eyn Îsa ye. Li hemberî êrîşên bênavber, şervanên HSD’ê li ser bingeha parastina rewa li ber xwe didin.

Şervanên HSD’ê yên li eniyên Eyn Îsa têkildarî berxwedanê bi ANF’ê re axivîn. Ji şervanan Nîmîr Reqa ku ji hêza Reqayê ye anî ziman ku ew xaka xwe diparêzin û wiha dom kir: “Em di çarçoveya stratejiya hatiye destnîşankirin û mafê parastina rewa de tevdigerin. Wan êrîşî gundê Bîr Îsa kirin û me jî bersiv dan êrîşê û gund ji wan paqij kirin. Em xaka xwe diparêzin û em ê ji vê yekê tu carî tawîzê nedin.”

‘Armanca êrîşan tunekirina gelê kurd e’

Ji şervanan Bahoz Kobanê jî bi lêv kir ku ew tevî kurd, ereb û suryanan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ber xwe didin û wiha got: “Heta ku êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bidomin dê berxwedana me jî bidome. Em ê wan ji xaka xwe derxînin. Ji xwe êrîşên wan hemû ji bo tunekirina gelê kurd e. Hêzeke me ya gelekî xurt li vê deverê heye. Em hemû êrîşên wan ku balafirên şer jî bi kar tînin, têk dibin. Her ku ew êrîş dikin em dikin ku ew derbên giran bixwin. Heta ku dagirkeran ji xaka xwe derxînin em ê li ber xwe bidin.”

‘Ji bo kontrolkirina rêya navneteweyî êrîş dikin’

Der barê mijarê de şervanê bi navê Delhat jî daxuyand ku dê êrîşên li dijî xaka xwe qebûl nekin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk û çeteyên wê ji bo gundan û rêya navneteweyî dagir bikin êrîş dikin. Me jî bersiv dan êrîşên wan. Me gund ji wan paqij kirin. Em ê nehêlin ku xaka me dagir bikin.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar