Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Şîrbirayê Mesûd Barzanî: Kurd divê bibin yek û hevdu hembêz bikin

Şîrbirakê Mesûd Barzanî yê bi navê Mehmet Tahir Duman diyar kir ku wan di dema xwe de ne ji bo partiyek an jî kesekî, ji bo bidawîkirina zilma li ser gel kurd têkoşîn da. Duman got ku tu hêzên kurd nikarin bêyî yekitiyê dewletekê ava bikin û bang li hemû pêşeng, serok û serokeşîrên kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û hevdu hembêz bikin

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re, ji her deverekê cîhanê kurd daketin qadan. Li qadan herî zêde banga yekitiyê tê kirin. Têkildarî mijarê şîrbirayê serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, Mehmet Tahîr Duman (72) ji MA’yê bi Hamza Gunduz re axivî.

Duman ku li Colemêrgê dimîne li gundê Zêbarê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi salan li gel Mele Mistefa Barzanî têkoşiya. Duman ewil qala rojên têkoşîna xwe ya li gel Mele Mistefa Barzanî dike û wiha dibêje: “Rehmetî Mele Mistefa li Rûsyayê dima û rewşa wî pir baş bû. Lê xwe li tiştên bi serê kurdan dihatin ranegirt û li dijî Bexdayê dest bi têkoşînê kir. Ji ewilî me bi qirmeyan şer dikir. Paşê çekên bruno hatin û piştre jî keleş. Bi saya wê têkoşîne detkeftî çêbûne.”

‘Dema me gel vedixwend têkoşînê gel ji keyfan digiriya’

Di berdewamê de jî Duman got ku piştre tevî malbata xwe hatiye Colemêrgê û wiha dom kir: “Di salên 1970’yan de tevî hevalên xwe vegeriyam Başûr. Bêyî destûra wan naxwazim qala hevalên xwe bikim. Bi mehan em li gundan geriyan û me got têkoşîn jinûve dest pê kiriye. Me xwest ku tev li têkoşînê bibin. Gava gundiyan em didîtin bi girî em hembêz dikirin. Ji ber ku ji destê rejîmê gelek êş kişandibûn. Bi hatina bav Barzanî û çûyîna me ya wir bû cihê ruhekî nû.”

‘Me got kurda neqediyane û têkoşîn dest pê dike’

Duman got ku wê demê Seyît Hesen, Ebo Enter û Samî Şingariyê Bêrmanî li cem wî bûn û wiha pê de çû: “Pêşengên me bûn. Me di serî de li Herêma Berwarê dest bi xebatan kir. Paşê em çûn herêma Sêmêlê û piştre çûn herêma êzidiyan. Me gel vedixwend têkoşînê. Me di got kurd neqediyane û têkoşîn nû dest pê dike. Bi van xebatan têkoşîneke mezin dest pê kir û hat roja îro.”

Şîrbiraktiya bi Barzanî re

Têkildarî şîrbikaktiya xwe ya Mesûd Barzanî re jî Duman wiha dibêje: “Dayik û bavê min diçin herêma Zêbarê û li mala Mahmûd Axa dimînin. Li wir ji dayik bûm. Wê demê birêz Mele Mistefa li Rûsyayê bû. Mesûd jî tevî diya xwe li mala xizmê xwe Mahmûd Axa bû. Pêlaveke wî ya sor hebû. Dibêjin min jî tim dixist piyê xwe. Dayika min seyîd bû û dayika Mesûd hurmeteke mezin nîşanî dayika min dida. Dayika min şîrê xwe dide Mesûd. Lewma em şîrbira ne. Ew jî dizane. Ji bo ku biçim serdana wî xebar ji min re şandibû.”

‘Kesek bi tena serê xwe nikare dewletê ava bike’

Herî dawî jî Duman wiha got: “Ji wê rojê ve gelek pirsgirêk derketin. Em ne ji bo partiyek an jî kesekî têkoşiyan. Wê demê li xwişk û birayên me zilm dihat kirin. Me xwest vê zilmê bi dawî bikin. Divê kurd bibin yek. Her roja ku kurd nebin yek dê winda bikin. Divê pêşengên vî gelî tev bigerin. Divê li her çar parçeyan kurd destên hev bigirin û hevdu hembêz bikin. Ger cîhan vê hevgirtinê bibîne dê nekarin tiştekî bikin. Kesek bi tena serê xwe nikare dewletekê ava bike. Ez bang li hemû pêşengên kurd, serokên partiyan û serokeşîran dikim ku ji bo yekitiyê hewl bidin. Êdî bes e. Bi rastî jî pir dirêj bû. 40 sal derbas bûn. Êdî gelê me westiya. Gelek kes li çiyan jiyana xwe ji dest didin û malbat perîşan dibin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar