Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rûsya û DYA êrîşên dewleta tirk û çeteyan wê ji nedîtîve tên

Tevî peymanên bi DYA û Rûsyayê re jî dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Rojava didomînin. Hêzên dagirker ên ku dixwazin rêya navdewletî dagir bikin, rastî bersivên tund ên şervanan tên. DYA û Rûsya jî êrîşên dewleta tirk tenê temaşe dikin

Serokê DYA’yê Donald Trump bi biryara ‘vekişînê’ destûr da dewleta tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê bi hovane êrîşî rojavayê Kurdistanê bikin. Bi êrîşên li dijî Rojava re hevsengiyên herêmê jî guherîn. DYA’yê hêzên xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişand. Li ser vê yekê jî dewleta tirk bi pêşengiya Erdogan bi tang, top, balafir û çekên pêşketî yên NATO’yê li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşa qirkirinê kir.

Lê li qada şer her tişt li gorî daxwaza dewleta tirk û Trump pêş neket. Dagirkerên ku li hemberî berxwedanê roj bi roj di tengijiyan neçar man ku agirbestê ragihînin. Di vê çarçoveyê de bi navbeynkariya DYA’yê di 17’ê cotmehê de agirbest hate ragihandin. Lê tevî agirbestê jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Dewleta tirk bi destûra Rûsya û DYA’yê êrîş dan destpêkirin. Ji ber ku DYA qada hewayî ji dewleta tirk re vekirî hişt û hêza xwe vekişand, dewleta tirk hem êrîşên hewayî û hem jî yên bejahî pêk anîn. Piştre derket holê ku her wiha Rûsyayê jî destûra êrîşê daye dewleta tirk.

Bikaranîna çekên kîmyewî

Dagirkerên tirk û çeteyên wan di êrîşan de bêyî ku cudahiyê bixin navbera şervan û sivîlan bi awayeke hovane êrîşî herêmê kirin. Di êrîşan de herî zêde sivîl hatin qetilkirin. Li dijî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) berxwedaneke pir mezin nîşan da. Tevî ku dewleta tirk û çeteyên wê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anîn jî ji şervanan derbên mirinê xwarin û dixwin. Ji ber çekên qedexe û kîmyewî bedena gelek sivîl û şervanan şewitîn û ji ber vê yekê jî li raya giştî ya cîhanê ev yek weke sûcê şer hate pênasekirin.

Herêm tê bombebarankirin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin rêya M4 derbas bike û êrîşên xwe bidomînin. Tevî peymanên bi DYA û Rûsyayê re jî dewleta tirk êrîşên xwe didomîne. DYA û Rûsya jî rewşa heyî temaşe dikin. Bi taybet jî êrîşên li dijî herêma Girê Spî temaşe dikin. Li Girê Spî di navbera şervanan û hêzên dagirker de şerekê dijwar heye. Ji ber ku komên çete ji destê şervanên HSD’ê derbên giran dixwin û her hewldana wan dişikê, dewleta tirk bi balafirên şer û SÎHA’yan herêmê bombebaran dike. Di vê çarçoveyê dewleta tirk şevê din çoltara herêma Eyn îsa û Girê Spî bombe kirin.

Rêya navneteweyî hedef tê girtin

Êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser herêmê didomin. Komên çete û leşkerên tirk êrîşên xwe yên li ser 3 noqteyên li ser rêya navneteweyî zêde kirine. Rêya diçe Kobanê, rêya diçe Ebû Sira, rêya diçe Şergirakê û rêya Cizirê ya diçe Reqa û qada Qenteriyê tê bombebarankirin. Li gel ku DYA û Rûsya peyman îmze kiribûn jî dîsa êrîşên dewleta tirk temaşe dikin. Her wiha leşkerên rejîmê jî ji qada şer dûr disekinin.

Çavkanî: Nazim Daştan / GIRÊ SPÎ – MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar